Beriya danûstandinên Rûsya û Tirkiyê, çeteyên Tirkiyê rêya M5 qut kirin

Li gel ku şandeyek Rûsî gihaşt Tirkiyê ji bo danûstandinên nû girêdayî Idlibê komên çeteyên Tirkiyê li gundewarê Idlibê pêş ketin û rêya Şam-Heleb a navnetewyî qut kirin. Her wiha tenê bi 3 km ji bajarê Seraqêbê dûr in.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku êrişên dijwar ên komên çeteyan bi desteka Tirkiyê berdewam in. Komên çeteyan piştî şerên dijwar bi rejîma Sûriyê re, gundê Afis li bakur rojavayê Seraqêbê kontrol kirin.

Bi vê yekê komên çeteyan rêya Şam-Heleb a navneteweyî ji aliyê bakur rojavayê bajarê Seraqêbê ve qut kirin û tenê bi 3 km ji Seraqêbê dûr in.

Li gel pêşktina çeteyan, şandeyek rûsî gihaşt Tirkiyê ji bo ku danûstandinên nû girêdayî rewşa Idlibê çêbikin piştî ku gerên berê bibin ketin.

(şx)

 


Mijarên Din