Beriya destpêkirina civîna Enqereyê li "herêma bêçek" topbaran

Li herêma qaşo bêçek a li Sûriyê ya li gorî Rûsya, Îran û Tirkiyê ji vê sibehê ve balafirên şer û yên keşfê digerin. Ew jî beriya çend saetan ji lidarxistina civîna dewletên garantor ên Astanayê li Enqereyê pêk hat. Hêzên rejîmê tevî agirbestê jî herêmê topbaran dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîmê topbaranê ji şevê din heta vê sibehê li ser herêma qaşo bêçek pêk tînin. Hêzên rejîmê Çiyayên Cibala, Meret Hirme, Hêş, Kefer Nibul, Kersa û Teh yên bejahiyên başûrê Idlibê û başêrê rojhilatê wê, topbaran kirin.

Vê sibehê balafirên şer û yên keşfê li asîmanê rojhilatê herêmê bêyî tu derbeyan pêk bînin, geriyan.

Ev pêşketin beriya çend saetan ji civîna di navbera "garantorên Astanayê" ya li Enqereyê de pêk hat. Civîn der barê lêkolînkirina li ser asta bilindbûna şer li herêma Idlibê û derdora wê tevî agirbestê ye.

Di vî warî de rojnameya Şerq El-Ewset li ser zimanê çavkaniyan diyar kir ku Rûsya di civîna îro de tu nermbûnê der barê Tirkiyê de nîşan nade. Ew jî der heqê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û rewşa giştî ya li "herêma bêçek" de ye.

Navendê duh topbarana li ser bajarokê Kefire Nibul ê başûrê Idlibê de belge kir. Her wiha rejîmê Meret Nûman, bajarokên Tilmenes, Meret Hirme, Şêx Mistefta, Has û Keferoma yê bejahiya Meret başûr, başûr û rojhilat topbaran kirin. Ji wê jî zêdetir derdora Kebana yê bajahiya bakurê Laziqiyê û herêmên dîtir ên Ziyara û Qerqor ên li Sehil El-Xab ên bejahiyên bakurê rojavayî Hemayê jî topbaran kirin. Lê tu agahiyên der barê ziyanên mirovî de bi dest neketine.

Çavkaniyan diyar kir ku demekê berê agirbest ji hêla Rûsyayê ve hat ragihandin da ku Enqere mercên xwe yên rakirina çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) pêk bîne. Ji wê zêdetir jî da ku rejîm serweriya li ser rêya bazirganî ya navdewletî ya ku di nava Idlibê re derbas dibe, bike. Lê Tirkiyê û çeteyên wê ev yek red kir û hebûna xwe li wir parastin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beriya 2 rojan got dê herêmên serweriya wê dike yên bi navên "nuqteyên çavdêriyê" bernede û wiha got: "Hêzên me jê venakişin û hêzên rejîmê têkildarî tu êrîşek li ser wê herêmê pêk were, hişyar kir."

(fr)


Mijarên Din