Beriya Lûtkeya G7’an dê Pûtîn û Macron li hev bicivin

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îro dê bi hempîşeyê xwe yê fransî Emmanuel Macron re bicive. Hevdîtin berî lidarxistina Lûtkeya G7’ an pêk tê.

Ajansa Atedapemeniya Associated li ser zimanê buroya serokê Fransayê ragihand ku her du serok dê rewşa Sûriye, Lîbya û Ukraynayê gotûbêj bikin, her wiha dê aloziya di navbera DYA û Îranê de jî were gotûbêjkirin.

Çavkaniyan diyar kir ku ji ber Fransa û Rûsya du dewletên garantor ên endamên hevpeymana nukleer a Îranê ya sala 2015`an in, pêwîstiya wan bi rehetiyê heye. Tê zanîn ku sala derbasbûyî  Amerîka ji hevpeymana nuklerê vekişiya .

Der barê Sûriyê de jî tê payîn ku Macron ji bo serokê rejîmê Beşar El-Esed dawî li êrîşên li Idlibê bîne, hewldana îqnakirina Pûtîn bike.

Tê zanîn ku dema ji lûtkeyê re navê ‘Lûtkeya G8’an’ dihat gotin, Rûsya di navbera 2002`yan û 2014`an de endama Lûtkeya G7’an bû û ji ber herêma Qirim a Ukraynayê jî dagir kir, endamtiya wê hate rawestandin.

Ajansê bal kişand ser ku Macron daxwaza serencamên civîna bi Pûtîn re ji fermandarên din ên li Biarritz re parve bike. Civîn dê ji 24`ê Tabaxê heta 26`ê mehê be.

Dîplomatekî Fransayê beyî ku navê xwe diyar bike, got armanca civînê "Îcadkirina zemîneke hevpar e" da ku rê bide hêzên cîhanê ku der barê xalên bingehîn de bigihîjin encamekê. Dîplomatê fransî got hilbijartina serokatiya Ukraynayê ya nû Volodimîr Zelinsky rê li pêşiya dan û standinan veke.

Di heman demê de dê Îran di çarçoveya aloziya di navbera DYA û wê, di xebatê de pêşek be. Her wiha  ji bo kêmkirina asta aloziyê, Fransa dixwaze Rûsya têkiliyên xwe bi Tehranê re bi kar bîne.

Macron ji bo hevpeymana nukleerê ya sala 2015`an biparêze, bi rola fermandariyê rabû û Rûsya li kêleka Brîtanya, Almanya û Çînê bimîne.

Her wiha Fransa hewldana îqnakirina Pûtîn dike, da ku li herêma Idlibê êrîş bi dawî bibe, bandora xwe li Sûriyê bike. Tê zanîn ku Idlib di bin serweriya çeteyan de ye û çete li bakur û rojavayê welêt desteka xwe ji Tirkiyê digirin.

(eh)


Mijarên Din