Beriya salekê hatin revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e

Piştî zêdeyî salekê çarenûsa hin welatiyên Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin heta niha ne diyar e.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji beriya salekê welatiyên bi navê Hacî Cemîl Silêman û Umer Hebîb ên ji gundê Remedana yê naveya Şiyê ya kantona Efrînê ne, revandine. Girêdayî mijarê çavkaniyan diyar kir ku heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Ji aliyekî din ve jî çeteyên El-Mutasim Billah ên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê welatiyê bi navê Îbiş Hebeş û Ciwan Mihemed Yûsif ên ji gundê Mamela yê navçeya Mabata revadnine. Çavkaniyan got heta niha çarenûsa wan jî ne diyare .

(bx)

ANHA


Mijarên Din