Bernameya roja yekemîn a komxebatê bi dawî bû

Di nîqaşên roja yekemîn a komxebata navnetewî ya tekidlarî çeteyên DAIŞê de derket holê ku divê di tinekirina DAIŞ de hemû cîhan bibe alîkar.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li hola Beylesan a li navçeya Amûdê ya giredayî bajarê Qamişlo yekemîn komxebata navnetewî li cîhanê ya tekildarî çeteyên DAIŞ’ê bi dirûşma (Rehend, astengî û stratejiyên rûbirbûnê) organize kir. Roja yekem bi nîqaş û temaşêkirina belgefilmekî tekidarî terora DAIŞ re bi dawî bû.

Dadgehek navnetewî li Rojava de pêwîst e

Di nîqaşan de rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate bi bîrxistin û gotin: “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya herêmê bi ser xistin. Projeyek pir rengî, ekolojîst û azadiya jinê esas digre gelek bi wate ye. Şervanên QSD, DAIŞ têk bir û hin jî ev şerê jiyanî bi dawî nebûye. Divê civaka navnetewî alikariya Rojavaye Kurdistanê bike teybet  bi pênaber û koçberên di kampan de bibin alîkar."

Di nîqaşan de herî zêde li ser mijara wê çawa DAIŞ tine bibe hat sekinandin û li gorî nêrînên ku derketin holê divê hemû cîhan dest bidin hev û DAIŞ‘ê tine bikin e. Her wiha di nîqaşan de hate gotin ku ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dadgehek navnetewî pêwîst e.

Têkoşîn wê her berdewam bike

Berdevka Kongreya Îslama Demokratîk Hûda Kaya jî hin nêrînên xwe anîn ziman û got: “Piştî gelek zehmetiyan em derbasî vir bûn. Îro ev komxebata navnetewî ku pirsgireka mirovahiyê dest digre ji bo dîrokê girîngiyek gelek mezin e. Dema em li ser DAIŞ nîqaş bikin divê em wekî rexistinek biçûk nebînin. Hovitiya DAIŞ hesanî em nikarin bejin. Li ber çavên hemû cîhanê komkujî pêk hatin. Baweriya me ewê  ku wê têkoşîna li dijî wan rêxistinan her hebe.”

Di dawiya komxebata roja yekem de belgefilmek tekildarî terora DAIŞ hate temaşêkirin.

Komxebat sibe di roja xwe ya duyem de bi dayîna semîner û nîqaşan wê berdewam bike.

ANHA


Mijarên Din