Bernameya roja yekemîn a Kongreya Civaka Îslama Demokratîk bi dawî bû

Bernameya roja yekemîn a Kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê – Rojava piştî axaftinan û xwendina peyamên pîrozbahiyê bi dawî bû.

Yekemîn kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava vê sibehê bi dirûşma "Zindîkirina peyama Medîneya Munewera ji bo avakirina welatan û parastina mirovan" li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan dest pê kiribû.

300 delege ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya herêma Cizîrê, saziyên civaka sivîl, rûspiyên êlan û nûnerên partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûne.

Di kongre de axaftin ji aliyê şande û mêvanên beşdar hatin kirin. Bi navê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakurê Kurdistanê Mele Ebdulbarî Tiryaqî bi rêya skype beşdarî bû û kongre li tevahî gelên herêmê pîroz kir û cewherê rasteqîn ê îslamê şîrove kir.

Piştre peyamên pîrozbahiyê ku ji aliyê saziyên civaka sivîl, Yekîtiya Rewşenbîran, partiyên siyasî, eşîreyên Kurd, Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin şandin hatin xwendin.

Kongre dê sibe saet di 10:00‘an bei bi xwendina rêziknameyê dewam bike.

ANHA


Mijarên Din