Berpirsekî Amerîkî: Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Afganistanê kir

Li gorî Associated Press ku agahî ji berpirsekî Amerîkî girtiye ragihand ku DYA‘yê dest bi vekişandina hêzên xwe ji Afganistanê kir.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Talîban 29‘ê Sibatê li paytexta Qeter, Dewhayê "Peymana aştiyê" îmze kirin. Li gorî  peymanê hêzên biyanî dê ji Afganistanê vekişin û şerê ku ev 18 sal in li welat didome bi dawî bibe.

Di 3‘yê Adarê de Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, fermandarê hêzên Amerîkî li Afganistanê, general Scott Miller erekdar kir, da ku biryara destpêkirina vekişandinê bide, ya ku dê di nav deh rojan de pêk were.

Li gorî lihevkirinê, tevahî hêzên Amerîkayê û hêzên NATO‘yê di nava 14 mehan de ji Afganistanê derkevin her wiha" Dê Amerîkayê tavilî bi hemû aliyên eleqedar re bexebite da ku siyasetmedar û şervanên girtî berdin. Di heman demê de Washington û hikûmeta Afganî dê derdora 5 hezar esîr serbest berdin û Talîban dê heta 10‘ê Adarê derdora hezar girtiyan serbest bike."

Di peymanê de her wiha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê cezayên ser endamên "Talîban" heya Tebaxa 2020‘an rake.

 


Mijarên Din