Berpirsekî Wezareta Diravî ya Lubnanê îstîfa kir

Mûdîrê Giştî yê Wezareta Diravî ya Lubnanê Alan Bîfanî ji kar îstîfa kir û got, welat gihaştiye rêyek xetimî, rêjeya xeteriyan zêde bûye.

Mûdîrê Giştî yê Wezareta Diravî ya Lubnanê Alan Bîfanî di kongreyeke çapemeniyê de got: "Em li bende man ku derfeta guhertina cidî were, ji bo derbaskirina vê rewşa xirab me ked da, lê hêzên tarî û zalimane gelekî hewl da ku ji bo parastina berjewendiyên xwe li ser hesabê civakê keda me vala derxînin."

Bîfanî her wiha got: "Em di pêvajoyeke girîng de ne, ku niyet diyar dibin û kesên ji bo berjewendiyên xwe yê kesayetî kar dikin eşkere dibin."

Alan Bîfanî bi lêv kir: " Derfeteke tê xwestin da ku destkeftiyan qezenc bikin, kêm jî bila. Êdî sebir jî bê fêde ye. Ji me te xwestin ku helwesteke diyar bidin. Piştî hemû kedên ji bo xilaskirinê min helwesta xwe diyar kir. Dema maye gelek kurt e. Min biryar da ku ji kar îstîfa bikin ji ber ku qebûl nakim ku bibim şirîkek an jî şahidekî van rûdanan."


Mijarên Din