Bersûm: Bi fikrê Ocalan em dikarin nexşeriya Sûriyeya pêşerojê xêz bikin

Senherîb Bersûm got, bi fikrê Ocalan ew dikarin nexşeriya Sûriyeya pêşerojê xêz bikin û destnîşan kir: "Însiyatîfa Ocalan însiyatîfa aştiyê, bidawîkirina şer û nakoiyan û ji bo jiyana hevpar e."

Di 22`yê Gulanê de parêzerên Ocalan bi miwekilê xwe re hevdîtin çêkir û encamên hevdîtinê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re parve dikin. Di daxuyaniyê de parêzerana diyar kirin ku Ocalan banga bi dawîkirina grevên birçîbûnê kiriye û gotiye ku, grev gihaşt armanca xwe. Her wiha bi bîr xistin ku Ocalan gotiyê dê rolek erênî di çareseriya aloziya Sûriyê de bilîze eger derfet jê re hatin peydakirin.

Girêdayî daxuyaniyên Ocalan  a der barê çareserkirina aloziya Sûriyê de hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm ji ajansa me re axivî. Bersum got: "Dema em behsa aloziya Sûriyê dikin em behsa aloziyek girêk dikin." Bersum destnîşan kir ku piştî 9 salan tevî lidarxistina gelek kongreyan mîna Cinêv û Astanayê lê ti însyatîfên çareseriyek siyasî ji aloziya Sûriyê re tune bû.

Bersum wiha domand: "Berovajî wê em dibînin ku civaka navdewletî hewl dide komîteya destûrî bi dûrxistina gelek hêzên siyasî yênli ser erdê çalak ava bike. Yanî çareseriya ku hewl didin destpê bikin di pêşerojê dê bibe sedema nakokiyên din." Bersum diyar kir ku ew li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaza wan hertim bibin beşek ji çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê.

 ‘Çareseriya aloziya Sûriyê li cem Ocalan e‘

Girêdayî însiyatîfa Ocalan Bersum got: "Em têghiştine asta nêrîna Ocalan ji pirsgirêkên Sûriyê û Rojhilata Navîn ên girêk û kok dane. Li cem wî gelek lêkolînên girêdayî wê hene. Her wiha ji bo çareseriya aloziya Sûriyê xwedî nêrînek guncaw ya dûrî berjewendiyên navdewletî ye ."

Bersum diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî nêrînek dûrbîn e û dikare rolek erênî ji bo çareserikirina pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û gelê Sûriyê bilîze û wiha domand: "Ev nêrîn, yekitiya xaka Sûriyê tekez dike û li dijî parçekirinê ye. Ev daxwaz daxwaza me û tevahiya gelê Sûriyê ye û biryarek ji biryarên NY`î ye."

 ‘Bi fikrê Ocalan em dikarin nexşerêya Sûriyeya pêşerojê xêz bikin‘

Bersum balkişand ser nameya Ocalan ji gelê Suryan re di Newroza 2015`an û got: "Bi rêya nameyê em asta nêrîna Ocalan girêdayî pirsgirêkên gelê Sûriyê û  gelên Rojhilata Navîn dibînin û em nameya wî tevî wesyetên wî girêdayî vedîtina çareseriyek ji aloziya Sûriyê re takdîr dikin."

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersum destnîşan kir ku ew dikarin fikrê Ocalan ji xwe re bikin bingeh da ku bighêjin Sûriyeyek demokratîk, hevpar, pirrengî û got: "Bi rêya fikrê Ocalan em dikarin nexşerêya Sûriyeya pêşerojê  xêz bikin."

Di berdewama gotinên xwe de Bersûm destnîşan kir ku Ocalan pêwîstiya bicihkirina mafên tevahiya pêkhateyên Sûriyê di destûra Sûriyê ya nû de diyar kir û got: "Wek tevahiya partî, Rêveberiya Xweser û MSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em banga misogerkirina mafên tevahiya pêkhateyên Sûriyê yên çandî, civakî û siyasî dikin. Beyî bicihkirina van mafan di destûra Sûriyê de, çareseriya aloziya Sûriyê ne pêkan e."

Bersum tekez kir ku pêwîste nêrînên Ocalan di ber çavan re were derbaskirin û ji hêla dewletên herêmî ve were erêkirin û wiha pê de çû: "Bi taybet piştî ku tevahiya hewldanên navdewletî ji çareseriya aloziya Sûriyê pûç bûn."

Bersum destnîşan kir ku pergalên Rojhilata Navîn mîna berê hişk in û hewl didin dewletek şofînî xwedî taybetmendiyek tek ziman û tek netew ava bikin. Bersum diyar kir ku ew tek rengî bingeha aloziyên Rojhilata Navîn e. Bersum balkişand ku hişmendiya Ocalan li dijî wê tek rengî ye, ji ber wê însiyatîfa ku destpê kiriye bi hewcedariya  tawîzên mezin ji hêla dewletên herêmî û Rejîma Sûriyê ve ne.

Di dawiyê de hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersum bang li gelê Sûriyê kir ku xwedî li fikrên Ocalan derkevin û got: "Însiyatîfa Ocalan însiyatîfa aştiyê, bidawîkirina şer û nakoiyan û ji bo jiyana hevpar e."

(şx)

ANHA


Mijarên Din