Bersûm: Her kes pê dizane ka Erdogan dixwaza kîjan dîrokê vegerîne

Senherîb Bersûm destnîşan kir ku her kes dîroka Osmaniyan a tijî komkujî dizane. Her wiha diyar kir ku hemû bûn hedefa vê siyasetê ku Erdogan hewl dide îro ji nû ve vegerîne. Senherîb tekez kir ku gelên Herêmê ji pergalên zordestiyê û dîktatoriyê yên desthilatdar xurttir in.

EHMED SEMÎR - MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Berpirsên Tirk di nav de serokê wan Recep Tayyîp Erdogan, bi awayekî domdar gefên êrîşên leşkerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca dagirkirina wê dixwin. Erdogan bi vê yekê dixwaze timayên xwe yên Osmanî û mêtingerî li ser xaka Sûriyê berfireh bike.

Girêdayî daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku beriya çend rojan dabûn ku ew ne dijminê gelên herêmê ye, bi taybet gelê Kurd û ew dost û hevalbendê wan e, hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm ji ajansa me re axivî. Bersûm tekez kir ku armanca Erdogan ne tenê gelê Kurd e lê belê armanca wî têkbirina fikra azad, vîna gelên herêmê û projeya demokratîk e.

Bersûm wiha axivî: "Erdogan wekî her carê hewl dide cîhanê bixapîne û xuya bike ku ew hîmê aştiyê li herêmê ye û şerê terorê dike. Lê rastî û heqîqet ne wisa ye. Di aloziya Sûriyê de her tim rola Erdogan û rêjîma Tirk roleke neyînî bû. Tirkiyê bi rêya şandina terorê ji Sûriyê re desteka terorê kir. Îro jî dixwaze heman rolê bilîze lê vê carê bi rêya artêşa xwe na, bi rêya amûrên xwe."

Di berdewama gotinên xwe de Bersûm diyar kir ku wek Partiya Yekitiya Suryan gelek daxuyanî dane û destnîşan kir ku gefên Tirkiyê ji Suryan û xiristiyanan re tehdîdek in, ji ber ku tê zanîn Tirkiye di êrîşên xwe de wê çeteyên xwe bi kar bîne û hemû dizanin ew çete kî ne û wiha pê de çû: "Ew çeteyên DAIŞ'ê û El-Nusra bi xwe ne. Xwediyên fikrên radîkal in. Ji ber wê ew çete dê gelê herêmê nepejrînin, dê wan qir bikin û li şûna wan kesên ku fikrên wan dipejirînin, bi cih bikin. Yanî mudaxeleya Tirkiyê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo Suryan, Kurd, Êzidî, Ereb û hemû kesên li ser vê xakê dijîn, tehdîdek e."

Her wiha Bersûm destnîşan kir ku armanca Erdogan ne Kurd in lê belê têkbirina fikra azad, vîna gelên herêmê û projeya demokratîk e û ev tişt anî ziman: "Erdogan nikare jiyana hevpar a gelên herêmê di bin banê projeya demokratîk de tehemul bike. Ji ber ku ew zirarê didin planên wî. Ji ber wê hewl dide bi hemû şêwazan wê têk bibe. Ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve Tirkiye bi rêya amûrên xwe (çeteyan) êrîşî herêmê kir, lê ew têk çûn."

Di nav axaftina xwe de Bersûm bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan ku ew rizgarkirina gel, bicihanîna ewlehî û aramiya herêmê armanc dike û wiha got: "Me kirinên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê dîtin. Dagirkeriyê hemû pêkhateyên wê ji Kurd, Ereb, xiristiyan û Êzidî kirin hedef. Di encama êrîşên wê de pêkhateyên Efrînê koçber bûn û niha di nav kampan de ne. Tirkiye bi armanca guhertina demografyaya Efrînê li şûna pêkhateyên Efrînê yên resen şênî ji herêmên El-Xûta û herêmên din bi cih kirin. Bi vê yekê kesên ku fikrên wê yên radîkal qebûl dike, bi cih kirin. Ev siyaseta wê li herêmê ye. Ji vir rastiya armancên Erdogan ji êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xuya dibe. Erdogan dixwaze senaryoya Efrînê dubare bike."

Bersûm wiha li gotinên xwe zêde kir: "Armancên AKP'ê û sultanê wê Erdogan tên zanîn. Ew bi awayekî eşkere dibêjin ew hewl didin rojên Osmanî ji nû ve vegerînin. Ev jî ji gelên herêmê re trajediyek e. Ji ber ku em hemû dîroka Osmanî ya xwînmij dizanin. Bi taybet rojên Itîhad û Tereqî û serkêşên wê mîna Cemal Paşa, Enwer Paşa û Talat Paşa yên ku komkujiyên hovane der heqê gelên herêmên de ji Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen, Rûm û Êzidî pêk anîne. Gelên herêmê bi pêkhateyên xwe hemû bûn armanca vê siyasetê. Bi milyonan şênî bûn qurbana vê fikrê û siyasetê û niha jî Erdogan hewl dide ji nû ve vegerîne."

Di dawiyê de hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm wiha got: "Gelên herêmê ji pergalên zordestiyê û dîktatoriyê yên desthilatdar bihêztir in. Ew pergalên ku qirkirina gelan armanc dikin. Dîrok îsbat dike ku her tim gel dimînin û mîna wan pergalanan hildiweşin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din