Bersûm: Mudexeleyên dewleta Tirk li pêşiya çareseriyê dibin bend

Senherîb Bersûm diyar kir ku dewleta Tirk bi destwerdananên xwe li Rojhilata Navîn ji pirsgirêkên xwe yên hundirîn direve. Hewl dide gelê Tirk îqna bike ku ew ji bo berjewendiya giştî ya Tirkiyê vê siyasetê dimeşîne. Bersûm destnîşan kir ku mudexeleyên dewleta Tirk di Sûriyê de çareseriyeke siyasî asteng dike û hewl dide beşên din ji Sûriyê qut bike.

Dewleta Tirk bi rêya mudexeleyên xwe di kar û barên dewletên Rojhilata Navîn de, li gel bêdengiya navneteweyî û herêmî hewl dide qada dagirkirina xwe fireh bike û hegemonya xwe ferz bike. Li ku derê nakok hebe, bizane ku destê dewleta Tirk tê de heye. Ji Sûriyê bigire heta bigihêje Iraq, Lîbya û herî dawî şerê di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de.

Ji bo naskirina mijarê ji nêz ve, Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm got: “Ji mudexeleyên dewleta Tirk yên yekser di kar û barên Sûriyê de di nav de êrişên leşkerî û dagirkirina gelek herêmên Sûriyê, kiryarên wê li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û heta li parêzgeha Idlibê, niyetên wê ji bo parçekirina Sûriyê diyar dibin.”

Bersûm di nav gotinên xwe de da zanîn ku dewleta Tirk armanc dike hin beşan ji Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike, lewra demografiya herêmên dagirkirî diguhere, şêniyên resen dide koçberkirin û li şûna wan şêniyên ji herêmên din bi cih dike û wiha domand: “Ev kiryar, sûcên şer e. Bi rêya ferzkirina diravê Tirk jî li wan herêman, siyaseta asîmîlekirinê dimeşîne.”

Bersûm piştrast kir ku ev siyaset li dijî biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên têkildarî rewşa Sûriyê ne û yên ku her tim yekitiya axa Sûriyê destnîşan dikin.

Her wiha Bersûm têkildarî vê mijarê, bang li civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya van destwerdanên dewleta Tirk bigirin. Dagirkirin û hebûna leşkerî ya Tirk li herêmên Sûriyê bi dawî bikin, çareseriya siyasî çalak bike, ya ku dê rê nede ne dewleta Tirk û ne jî tu dewleteke herêmî ku li ser hesabê gelê Sûriyê û pêşeroja wî, berjewendiyên xwe pêk bînin.

Bersûm di berdewama gotinên xwe de got: “Mudexeleyên dewleta Tirk di Sûriyê de çareseriya siyasî ya ku pêkan e pêk were asteng dike. Lewra rê ji dewleta Tirk hate vekirin da ku êriş bike û di Sûriyê de hegemonya xwe fireh bike.”

`DEWLETA TIRK JI PIRSGIRÊKÊN XWE YÊN HUNDIRÎN DIREVE`

Girêdayî armanca rastîn a dewleta Tirk ji mudexelekirina herêmên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û herî dawî herêmên Qafkasyayê bi van nirxandinan zelal kir: “Mudexeleyên dewleta Tirk çi li Sûriyê yan jî Lîbyayê yan jî nava herêmî yan jî mudexeleya yekser di şerê li herêma Artesaxê de, siyaseta wê ya firehkirinê û pêkanîna projeya osmanî ya nû bi pêşengiya Erdogan, îsbat dike.”

Senherîb da xuyakirin ku dewleta Tirk bi van mudexeleyên xwe ji pirsgirêkên xwe yên hundirîn direve û hewl dide gelê Tirk îqna bike ku ji bo berjewendiya giştî ya Tirkiyê û ji bo wî vê siyasetê dimeşîne û wiha pê de çû: “Di encama wê de, em parçebûnê di partiya Erdogan de dibînin. Aboriya Tirkiyê hildiweşe û rewşa jiyanî biha dibe. Ji aliyê hiqûqî ve, li Tirkiyê mafên mirovan têne binpêkirin. Endamên partiyên muxalif hatin girtin. Ev hemû têkçûna siyaseta rejîma Tirk û destpêka hilweşîna wê nîşan dide.”

Di dawiyê de Senherîb Bersûm behsa bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk kir û got: “Civaka naveteweyî ji bo rêgirtina li pêşiya siyasetên dewleta Tirk li herêmê nelivî. Tenê di vê dawiyê de Neteweyên Yekbûyî (NY) raporek ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê bi pêkanîna sûcan li dijî herêmên dagirkirî tawanbar dike, derxist. Ev rapor gelek girîng e. Divê gelek dewlet li gorî vê raporê biryarên guncew bistînin da ku hebûna Tirk li Sûriyê bi dawî bikin û çareseriyeke siyasî peyda bikin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din