Bersûm: Rejîma Sûriyê hewl dide tevliheviyê di navbera pêkhateyan de belav bike

Senherîb Bersûm diyar kir ku rejîma Sûriyê bi kiryarên xwe hewl dide fîtneyê di navbera pêkhteyên herêmê de belav bike. Bersûm bang li êlên Ereb kir ku baldar bin, rewş û pêşerojê baş bixwînin û got: "Hêzên Sûriya Demokratîk hêzên neteweyî ne."

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya rejîma Sûriyê Elî Memlûk di 5`ê Kanûnê de bi hinek êlên Ereb ên herêma Cizîrê re civiya. Memlûk bang li wan kir ku ciwanên xwe ji refên Hêzên Sûriya Demokratîk bikşînin. Memlûk bi vê bangewaziyê armanc dike ku QSD‘ê parçe bibe û fîtne di navbera pêkhateyên herêmê de derkeve.

Girêdayî mijarê hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm got: "Em li bendê bûn ku hikumeta Sûriyê bi erênî li însiyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo diyalogê binêriya û bighêjin lihevkirinên hevpar ji bo ku herêmê ji şerên bêtir xilas bikin. Bi yekrêzî li hember dijminê Tirk û timayên wê li axa Sûriyê bisekinin. "

 ‘HÊZÊN SÛRIYA DEMOKRATÎK HÊZÊN NETEWEYÎ NE‘

Senherîb di nav gotinên xwe de ev tişt destnîşan kir: "Lê di rastiyê de tu însiyatîfên erênî ji hêla Şamê ve ji bo aktîvkirina însiyatîfên diyalogê tune bûn. Berovajî wê hinek êlên Ereb ên herêmê sor dikin û zextê li wan dikin  ji bo ku ciwanên xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk bikşînin. Ev tişt ji bingeha belavkirina fîtneyan û tevliheviyên zêde di navbera pêkhateyan de tên."

Bersûm bang li êlên Ereb kir ku rewş û pêşerojê bi awayekî baş bixwînin û wiha domand: "Di vê pêvajoyê de yekitî û girêdana ku Rêveberiya Xweser ava kirine girîng e. Em bang li êlên Ereb û gelê herêmê dikin ku bi fîtneyan neyên xepandin, ev fîtne dibe ku bibin sedema şerên zêde."

Bersûm destnîşan kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk ne hêzên ajan û xayîn in mîna ku rejîma Sûriya îdîa dike û wiha domand: "Lê belê ev hêz ji bo rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞ`ê bi hezaran şehîd û fedekariyên mezin dane. Herêmê ji kontrolkirina wan rêxistinên terorîst parastin. Ev hêz neteweyî ne."

Senherîb Bersûm destnîşan kir ku ew dixwazin Hêzên Sûriya Demokratîk bibin beşek ji pergala parastinê ya Sûriya pêşrojê.

Bersûm bal kişand ser ku Meclisa Leşkerî ya Suryan meclisek ji meclisên avakar ên Hêzên Sûriya Demokratîk e û tev li tevahiya pêngavên li dijî rêxistinên terorîst bûye û wiha pê de çû: "Em teqez dikin ku Meclisa Leşkerî ya Suryan wê di nav vê hêzên parêzvanê gelên me de bimîne."

Bersûm bang li gelê Suryan kir ku hebûna pêkhateya Suryan di nav Hêzên Sûriya Demokratîk zêde bikin û got: "Hêzan herêm parast. Xwedî projeyek siyasî ye ji bo mafên gelê me Suryan, Asur û Keldan mirosger bikin. Her wiha mafên tevahiya pêkhateyên din ên herêmê û Sûriyê bi giştî."

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm pêwîstiya hevgirtina tevahiya pêkheteyên herêmê teqez kir û got: "Bi hevgirtina xwe em hêza xwe ya rasteqîn diyar dikin. Em nahêlin dagirkerî axa me dagir bike."

Bersûm di dawiyê de destnîşan kir ku ew li pêwîstiya gihaştina lihevkirinan bi Şamê re teqez dikin ji bo ku herêmê û ewlehiya wê biparêzin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din