NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Bertekên gel ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk zêde dibin

Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya navenda Koalisyona Navneteweyî ya li Kobanê gefxwarinên Tirkiyê  û bêdengiya civaka navneteweyî protesto kirin.

Nerazîbûna xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gefên dagirkeriya Tirk ên êrîşkirina herêmê her ku diçe zêde dibe.

Li gel çalakiyên mertalên zindî yên li ser sînor, îro bi hezaran kes ji dehan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Reqa, Dêrazor, Tebqa, Minbic, Girê Spî û Kobanê) li navenda Koalîsyona Navdewletî ya li gundê Xerab Işkê yê başûrê kantona Kobanê çalakiyeke protestoyî dar xistin û gef û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilhamid Mihbaş, Bêrîvan Xalid û fermandarên  ji QSD`ê û dehan rûspî û nûnerên eşîrên Ereb li herêmê tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de wêneyên hezaran şehîdên QSD`ê û pankartên "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê red dike, eşîrên Sûriyê êrîşên Tirkiyê red dike, bi yek dest dijî dagirkeriya Tirkiyê" hatibûn hildan.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn di çalakiyê de axivî û wiha got: "Em li vir kom bûne ne ji bo rîca ji kesekî bixwazin. Bi saya me Ewropa, Asayê û parzemînên din di nava ewlehî û aştiyê de ne. Niha jî dem dema ku civaka navdweletî tevbigire û berpirsyartiya xwe bîne cih. Bi hezaran şêniyên vî gelî ji bo tinekirina terorê canê xwe feda kir, em li vir nûnertiya pêşeroja Rojhilata Navîn dikin, gelên Rojhilata Navîn dikare bi hev re bêyî şer bijî, em gelekî ji şer bihêtir ji aştiyê hez dikin."

Her wiha Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid axivî û destnîşan kir ku siyasetên Tirkiyê li dervayî welat zelal e, ew desteka terorê li Sûriyê û Lîbya dike û rêya şoreşa Sûriyê veguherand şerê navxweyî ku di encama wê de sed hezaran ji şêniyên Sûriyê hatin kuştin û hewldanên wê di belavkirina fitne û aloziyê di nav hemû pêkhateyan.

Qeftan: Divê hikumeta Sûriyê û Koalisyona Navneteweyî helwesta xwe zelal bikin

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm Qeftan bang li hikumeta Sûriyê kir ku helwestek cidî ji gefxwarinên Tirkiyê diyar bike û peymana Edenê ji bîr bike, her wiha Qeftan bang li Koalisyona Navneteweyî kir ku rola wê di têkbirina "Dewleta terorîst" de hebe û destnîşan kir ku hemû hevpeymanên ku di pêşerojê de pêk werin dê li ser bingeha avakirina aştiyê be ne xwe radestkirinê be.

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.

(jo)

ANHA 

 


Mijarên Din