‘Berxwdana Sînanan wê bibe agirê azadiya Efrînê‘

Fermandariya Giştî ya YPG‘ê têkildarî şehadeta hevreyê xwe Osman Çelîk (Sînan Amed) got: Berxwedana Sînanan wê bibe agirê azadiya Efrînê.

Fermandariya Giştî ya YPG‘ê der barê şehadeta hevreyê Osman Çelîk (Sînan Amed) ê ku di 4‘ Adara 2018‘an di çarçoveya Berxwedana Serdemê de li Racoyê şehîd bibû daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Gelên ku nikaribûn lehengên mezin biafirinîn, ji nav dîrokê tune dibin. Gel, bi lehengên ku diafirînin tên ser ziman û bi têkoşîneke bi azwerî dîrok dinivîsînin. Lehengên gel di diyarkirina paşeroja azad û bedew ya gelan û mirovahiyê de roleke girîng dilîzin. Gelê me li Rojava karibû li dijî êrîşan bi lehengên ku afirandiye bibe bersiv û bi vî awayî, bi şereke destanî karibû rûmeta mirovahiyê biparêze.

Herî dawî di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê jî bi dehan hevrêyên me bi têkoşîneke bê hempa tevlî karwana şehîdan bûn, bi şerê xwe di rêya paşeroja azad a gelan de bûn findek. Rêheval Sînan Amed jî di pêvajoya seferberiyê de tevlî têkoşîna azadiyê bû. Rêheval Sînan yê ku di nav refên YPG‘ê de bû xwedî roleke girîng di nav şoreşa Rojava de, di serî de li Reqa, Tebqa û Minbic; li gelek operasyonên krîtîk de cîhê xwe girt. Bi alaya di bin fermandeya xwe de tevlî berxwedana Efrînê ya li dijî  êrîşên artêşa Tirk a dagirker çeteyên wê bû, di dîroka 4‘ê Adara 2018‘an de li navçeya Raco tevlî karwana şehîdan bû. Rêheval Sînan bi hişmendiyeke welatparêziya kûr ji bo hemû parçeyên welat, li hember hemû êrîşên ku li dijî şoreşa Rojava pêş ket bi azweriyeke mezin tevgeriya û têkoşiya, û di têkoşîna xwe de bû gazî. Bû xwedî sekneke wêrek û çavnetirs di eniyên herî pêş yên şer de. Hevrê Sînan yê ku evînek mezin ji 7 heya 70 di nav dilê xwe de xwedî dikir, bi coşa xwe ya bilind vê evînê li derdorê xwe jî belav dikir. Di rûkeniya wî de ev girêdan û evîndarî vegeriya sekneke bawerî û dilnzimiyê.

Em weke hevalên wî yên çekê ji malbata hevrê Sînan û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê heval Sînan hevalên xwe Cuma, Mahîr û Nûda bi minnet bibîr tînin. Em careke din soza girêdana bi şehîdên xwe re didin. Em careke din destnîşan dikin ku em ê bi îddîa û biryardariya têkoşînê tevbigerin heya ku em hêvî, bêrîkirin û bendewariyên gelê xwe pêk tînin."


Mijarên Din