‘Berxwedan dê bi vîna gelê azadîxwaz bi ser bikeve’

Jinên ku beşdarî çalakiya kon a Kongreya Star bûne, destnîşan kir ku têkoşîna çalakgerên greva birçîbûnê dê bi vîna gelê azadîxwaz bi ser bikeve.

Konê çalakiyê yê ku Kongreya Star şaxê Efrînê ji bo piştgiriya berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê vedabû, îro di roja 5`an de dewam dike.

Her roj şande, rêxistinên sivîl û yên jinan serdana konê çalakiyê dikin. Îro jî Koma Kevana Zêrîn a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) serdana kon kir.

Îro beşdaran li nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî rola jinan di civakê de û girîngiya xwebirêxistinkirina gel guhdarî kir. Paşê yek ji endamên Kevana Zêrîn Emîna Dikî axivî û bal kişand ser berxwedana pîroz a parlamantera HDP`ê Leyla Guven û hevrêyên wê. Di dewama axaftina xwe de Emîna tekez kir ku berxwedan dê bi vîna gelê azadîxwaz bi ser bikeve.

Her wiha beşdaran li dengê parlamentera HDP`ê Leyla Guven ê piştî ku dest bi greva birçîbûnê kir, gudarî kirin û çalakî bi sloganên "Silav ji berxwedana çalakgerên birçîbûnê re","Azadî ji rêber Apo re" berdewam kir.

Tê payîn ku endamên Koma Kevana Zêrîn ên Çand û Hunerê heta seatên sibê di bin konê çalakiyê de bimînin, semîner werin dayîn û li belgefîlman jî temaşe bikin.

Hêjayî gotinê ye ku çalakiya kon ku Kongreya Star şaxê Efrînê li dar xistiye, ji 10`ê Nîsanê ve bi slogana "Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in" dest pê kir. Tê payîn ku sibe Yekitiya Rewşenbîran beşdarî çalakiyê bibe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din