‘Berxwedanê daxwazên gel bi cih anîn’

Rêveberên Rêveberiya Jinan a Reqayê destnîşan kir ku berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê gelek destkeftî bi dest xistine û encama vê yekê jî hevdîtina parêzer û malbatê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye.

Piştî greva birçîbûnê ya parlemantera HDP`ê Leyla Guven di zindanên dagirkeriya Tikiyê de bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 200 rojî dewam kir, desthilata Tikiyê rê da parêzer û malbatê ku bi Ocalan re bicivin. Ocalan jî li ser vî esasî banga bidawîkirina grevê kir.

Di vê çarçoveyê de, yek ji rêveberên Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî got: "Di astengiya çareserkirina aloziya Sûriyê de, hikumeta Tirkiyê sedema sereke ye, dewleta Tirkiyê baş dizane ku fikrên Ocalan banga hevgirtin û yekrêziya gelan dikin, ev yek jî di nameya rêber Apo ya dawîn de hate diyarkirin."

Zelîxa anî ziman ku berxwedana  Leyla Guven teqez kir ku jin dikarin xwe dûrî zîhniyeta desthilatdarî bi rêxistin bike û li ber xwe bide, di heman demê de jî pêşenga avakirina civaka demokratîk, exlaqî û siyasî be.

Zelîxa Abdî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê asta berxwedana xwe bilind bikin û nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku banga parastina yekitiya Sûriyê dike, ji xwe re esas bigirin.

Têkildarî heman mijarê, endama rêveberiya Rêvebera Jinan Meryem El-Ebo jî axivî û  got: "Nameya Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan, nameyeke erênî bû û hişt ku em dilxweş bibin, lewma em ê parastina yekitiye Sûriyê bikin."

Meryem diyar kir ku têkoşîna ku çalakgerên greva birçîbûnê îsbat kir ku gel karî berê dîrokê biguhere, her wiha hişt ku dewleta dagirker a Tirkiyê li hember daxwazên wan radest bibe.

Meryem El-Ebo bal kişand ser ku jin bi rêya serkêşiya berxwedana Leyla Guven ku 200 rojî dewam kir, dikarin dîrokê ji nû ve zindî bike.

Meryem di dawiya axaftina xwe de, bang li rêxistinên mafnas û mirovî kir ku ji bo berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bixebitin û got: “Kilîtên çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye û serbestberdana wî dê ev alozî bi dawî nebin.”

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din