‘Berxwedana çalakgeran dê encam bide‘

Jinên kantonên Efrîn û Şehbayê yên ji pêkhateyên Kurd û Ereb destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê dê di demeke nêz de bi encam bibe û teqez kir ku dewamkirina di vê rêyê de dê gel ber bi azadî û jiyana birûmet ve bibe.

Çalakiyên greva birçîbûnê bi serkêşiya Leyla Guven û bi sedan girtiyên di zindanên dagirkeriya Tirkiyê de didomin. Çalakger armanc dikin ku tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin. Der barê mijarê de jinên ji Efrîn û Şehbayê diyar kir ku ew ê piştgiriya çalakgeran bidomînin.

Konaya Hisên ji kantona Efrînê wiha got: "Zêdetirî 190 roj derbas bûn û Leyla Guven û bi sedan girtî di çalakiya xwe dewam dikin, dewletên cîhanê jî çavên xwe ji vê yekê re digirin."

Konaya tekez kir ku ew piştgiriya çalakgeran dikin û got: "Em piştgiriya hemû têkoşer û beşdarên hemleya berxwedanê dikin, em ê piştgiriya xwe bi wan re dewam bikin."

Her wiha Sûad Salih ji kantona Şehbayê îşaret bi berxwedana çalakgeran kir û wiha got: "Bi navê hemû jinên Şehbayê em hemleya berxwedanê silav dikin û bi hevgirtina me ew ê armancên me pêk werin."

Sûad Salih xuya kir ku ev çalakî cureyeke din a berxwedanê ye û wiha got: "Ev hemleya ku dengê wê li hemû cîhanê belav bû, ew ê encam bide."

Jina bi navê Sûltanê Elî jî îşaret bi hêza jinan li ser berxwedanê kir û got: "Berxwedana Leyla Guven ji cîhanê re hêz û îradeya jinên azad diyar kir."

(jo)

ANHA


Mijarên Din