‘Berxwedana çalakgeran ji bo me mînak e û cîhan bi bêdengiya xwe bi Tirkiyê re şirîk e`

Jinên navçeya Tirbespiyê tekez kirin ku berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê mîna Leyla Guven û Nasir Yagiz dê ji wan bibin mînaka berxwedanê ji bo bidawîkirina tecrîda li Ocalan hatiye ferzkirin. Her wiha îşaret pê kirin ku civaka navdewletî bi bêdengiya xwe, beşek mezin ji berpirsyariyê li hember sûc û binpêkirinên Tirkiyê hildigire.

Parlamentera Partiya Gelên Demokratîk û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya xwe ji zêdetirî 170 rojan ve didomîne. Ji aliyekî din ve bi dehan girtiyên di zîndanên Tirkiyê de piştgiriya çalakiya wê kirin û dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girêdayî mijarê jinên navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên Tirkiyê der heqê girtiyên ray de şermezar kirin.

Jina bi navê Asya Ibrahîm  di destpêka axaftina xwe de fedekariya tevhaiya çalakgerên greva birçîbûnê yên ku mirin li ser bêdengiyê li hember rewşa Ocalan tercîh kirine silav kir.

Asya wiha domand: "Ew ji tevahiya cîhanê re isbat kirin ku jin û gelê Kurd bi serok û dîroka xwe ya resen ve girêdayî ye. Tecrîda girankirî ku li serok Ocalan hatiye ferzkirin, tevahiya qanûnên mafên mirovan binpê dike."

Asya berxwedana jinê li hember dewletên mitînger ji berê ve destnîşan kir û diyar kir ku ew berxwedan îro bi vîna parlamentera Partiya Gelên Demokratîk a ku rewşa wê gelek kirîtîk bûye, nû dibe.

Asya di dawiyê de tekez kir ku bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên Tirkiyê diyar dike, ku ew bi Tirkiyê re di komploya li dijî Ocalan de şirîk in.

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Suad El-Hisên destnîşan kir ku tevahiya çalakgerên greva birçîbûnê bi riya hemleya xwe xwestin zextê li Tirkiyê bikin da ku tecrîda li ser Ocalan bidawî bike û bihêle bi malbatê û parêzeran re hevdîtinan pêk bîne.

Suad binpêkirinên dewleta Tirk der heqê çalakgerên greva birçîbûnê de û malbatên wan şermezar kir û got: "Dewleta Tirk nikarî hemleya greva birçîbûnê bi dawî bike, ji ber wê zextê li malbatên girtiyan dike. lê vîna gelê Kurd a azadîxwaz ji Tirkiyê û binpêkirinên wê re bersîv e."

Suad tekez kir ku berxwedana tevahiya çalakgerên greva birçîbûnê mîna Leyla Guven û Nasir Yagiz dê ji wan re bibe mînaka berxwedanê. Suad soza şopandina riya şehîdan heya azadiya Ocalan xwediyê rêgez û fikrê neteweya demokratîk û rizgarkirina tevahiya xaka ku Tirkiyê dagir kiriye da.

(şx)

ANHA


Mijarên Din