ʽBerxwedana Heftenînê sembola berxwedan û serkeftinê yeʼ

Ciwanên werzîşvan ên herêma Cizîrê ragihandin ku ew tev li hemleya "tekez em ê biserkevin" dibin û piştrast kirin ku berxwedana Heftenînê, şoreş e û sembola berxwedan û serkeftinê ye.

Îro bi dehan endamên klûbên werzîşê, navendên perwerdeyê, werzîşvan, Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekitiya Werzîşê li navenda yekitiyê ya li bajarê Qamişlo kom bûn û bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew tev li hemleya "tekez em ê biserkevin" ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê di 15`ê Tebaxê de daye destpêkirin, dibin.

Ciwanan pankertên bi nivîsên "tekez em ê biserkevin", "bi têkoşîna Îmraliyê û berxwedana Heftenînê, tekez em ê biserkevin", "dem dema azadiyê ye" û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, rakiribûn.

Endama Yekitiya Werzîşê Hîbe Hisê daxuyanî xwend û got: "Ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk, em tev li hemleya "tekez em ê biserkevin" dibin."

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku ciwan parçeyekî şoreşê û guhertinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Her wiha bang li ciwanên Kurd, Ereb û Suryen hat kirin ku tev li hemleyê bibin.

Her wiha hat diyarkirin ku ciwanên werzîşvan berxwedana Heftenînê ji xwe re bingeh digirin û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya berxwedana Heftenînê dikin û wiha hate gotin: "Berxwedana Heftenînê şoreş e û sembola berxwedan û serkeftinê ye."

ANHA


Mijarên Din