'Berxwedana jinan a li Heftanînê mînak e'

Dayikên gerîlayan û jinên ji navçeya Dêrikê banga yekitiya neteweyî kir û got "Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê li xwe vegere û dest ji werîsê îxanetê berde."

Dewleta Tirk a dagirker ji 15'ê Hezîranê borî ve êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê, bi taybet deverên li ser sînor zêde kirine. Di encamê de gelek sivîl hatin hedefkirin û gelek kes ji gundên xwe koçber bûn.

Mudaxeleyên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê didomin. Dewleta Tirk gelek baregehên xwe yên leşkerî li herêmên Başûrê Kurdistanê ava kirin û bi taybetî herêmên li devera Hewlêr, Zaxo û Behdînan kirin navenda şerê taybet û ajandeyên derve, da ku ji vir dest bi êrişên xwe yên dagirkirinê bike.

Li hemberî van zêdegaviyên dewleta Tirk hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Iraqê helwestên xurt nedane. Car caran hikumeta Iraqê helwestên şermok dide. Lê hikumeta Başûr helwesta wê berevajî bû û gihîşt asta ku serdana êrişkarên gelê Kurd bike û bi wan re hevdîtinê bike.

Çavdêr dibêjin, ne ji Berxwedana Heftanînê bûya wê dewleta Tirk herêmê dagir kiriba. Li dijî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk gerîlayên HPG û YJA-Star berxwedaniyê dikin. Dewleta Tirk îtîraf kir ku di şerê xwe yên li Heftanînê de bi bin ket.

Dayikên gerîlayan ên li navçeya Amûdê û jinên bajarê Dêrikê ya herêmê Cizîrê nêrînên xwe li ser berxwedana Heftanînê û destwerdana dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê vegotin.

'HIKUMETA BAŞÛR PEYMANAN BI DIJBERÊN GELÊ XWE RE ÎMZE DIKE'

Îlham Abdulqehar a ji navçeya Amûdê, keça şehîd Abdulqehar Hisên û xwîşka şehîd Xalid Abdulqehar Hisên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftanînê şermezar kir û got: "Tirkiye nizane çi dike, êrişî dewletên cîran dike û bi xwîneke sar komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne."

Îlham Abdulqehar bal kişand ser bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku berjewendiyên hevbeş di navbera Tirkiyê û hikumeta başûr de hene, ev berjewendî li dijî doza kurdî û gelê wê ye, heke ne wisa bûya wê bibûya şirîkê Tirkiyê di qetilkirina gelê xwe de.

Îlham Abdulqehar her wiha got gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bira ne. Çiqas nakokî di navbera wan de hebin divê dev ji hev bernedin. Îlham bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li xwe vegere û dest ji tevkariya bi dewleta Tirk a qatilê gelê Kurd berde û got: "Dewleta tirk li herêmên Parastinê yên Medyayê Kurdan dikuje, wê sibe dora Hewlêrê were, ji ber Tirkiye her kurdekî dijmin ji xwe re dibîne."

Îlham bal kişand ser ku dewleta Tirk a dagirker peymanan bi aliyekî Kurd re îmze dike û aliyên din dikuje. Ev dide diyarkirin ku dewleta Tirk siyaseteke plankirî dimeşîne ku kurdan parçe bike û nehêle yekitiya neteweyî pêk were.

'TIRKIYE Û HEVKARÊN WÊ ŞERÊ TÊKOŞÎNA JINÊ DIKE'

Jina bi navê Eşme Heyder destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Parastinê yên Medayayê têkbirina hêza şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi taybet têkoşîna jinê ye. Armanca dewleta Tirk hebûna jinên ku di oxira parastina mafên rewa yên gelê xwe de zarokên xwe dane, tune bike.

Emşe Heyder diyar kir ku gelê Kurd tu carî êrişî kesî nekiriye û nêzî kar û barên Tirkiyê nebûye, lê dewleta Tirk ji salên dirêj ve zarokan kurdan qetil dike û xêr û milkên wan talan dike, dixwaze destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin têk bibe, qirkirin û komkujiyan li djiî gelê Kurd pêk tine û got: “Ev hemû li dijî urf û qanûnên navdewletî û li dijî olan e, lê cîhan bê deng e û ev binpêkirin paşguh kirine.”

'TIRKIYE HEWL DIDE ŞEREKÎ NAVXWEYÎ BIAFIRÎNE'

Emşe Heyder di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hikumeta Tirkiyê hikumeteke dijberî mirovahiyê ye, mêtîger e, hirmetên dewletên cîranê binpê dike û li ser hesabê xirabkirina ewlehî û aramiya dewlên din ewlehiya xwe ava dike.

Emşe li dijî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker banga yekitî û hevgirtinê li gelê Kurd kir û got: "Di yekitiyê de hêz heye, di parçebûnê de lawazî heye. Dewleta Tirk dixwaze fitneyê di navbera gelê Kurd de derxîne û şerekî kurdî-kurdî biafirîne. Ji bo vê li aliyekî peymanan bi hikumeta Başûr re çêdike û li aliyekî din jî êrişî HPG'ê dike, dixwaze şerekî birakujiyê di navbera kurdan de derxîne."

Emşe Heyder her wiha bang li hikumeta Başûr kir ku xwe hişyar bike û nebe koleya dewleta Tirk û nehêle ku Tirkiye armancên xwe bigihîne serî.

Jina bi navê Mura Zoro diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze kurdan tengav bike, ji ber vê êrişî Heftanîn, Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike da ku nehêle statuyeke kurdan li Kurdistaneke azad ava bike.

Mura Zoro da zanîn ku hikumeta herêma Başûr alîkariyê dide hikumeta Tirk li dijî HPG'ê û wiha dom da axaftina xwe: "Em dizanin ku hikumeta herêmê alîkariyê dide Tirkiyê di şerê li dijî HPG'ê, cihên wan nîşan dide. Ne ji vê alîkariyê baya Tirkiyê nedikarî êrişî şervanên li Heftanînê kiriba û nedikarî gavekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê biavêje."

'PLANÊN TIRKIYÊ YÊN MÊTINGERIYÊ ROJ BI ROJ BERFIREH DIBIN'

Mura Zoro serdana serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barznî ji bo Enqereyê şermezar kir û got: "Çawa li ser maseya qetilê gelê Kurd rûdinê"!

Mura îşaret bi vê yekê kir ku malbata Barzanî ne xwediyê erd e, li pey berjewendiyên xwe ketiye û tenê hebûn û berjewendiyên xwe diparêzin, doza Kurd ne xema wan e, ne xema wan çi bi ser Kurdan were, bên kuştin an tunekirin, ji bo vê biryarên Erdogan pêk tînin û bi hev re li dijî Kurdan tevkariyê dikin.

'BERXWEDANA JINAN A LI HEFTANÎNÊ MÎNAK E'

Jinên navçeya Dêrikê jî gotin ku berxwedana jinên azad a li Heftanînê ji bo hemû jinên li her çar parçeyên Kurdistanê mînak e, îrade û wêrekiriya jinan a li hemberî zihniyeta faşîst ji cîhanê re îsbat kir.

Jina bi navê Elîf Qasim got, têkoşîna jinan a li her çar parçeyên Kurdistanî mîraseyeke dîrokî ye, li Heftanînê jin berxwedaneke mezin raber dikin.

Elîf destnîşan kir ku êrişên faşîzma dewleta Tirk a li ser Heftanînê beşek ji komployên li dijî Kurdistanê û jinan bi taybet e. Her wiha got, berxwedana Heftanînê berxwedana herî mezin a li herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî faşîzm û dagirkeriya Tirk e.

Elîf axaftina xwe wiha berdewam kir: "Berxwedana mezin a HPG'ê ya li Heftanînê li hemberî hêz û çekên herî giran bi vîn û israra şervanan hêza dijmin şikand. Hêz da jinên Kurdistanê da ku têkoşîna li hemberî her cure zilm mezin bikin."

Elîf Qasim şehîdên berxwedana Heftanînê yên çalakiyên fedayî pêk anîn bi bîr anîn.

Jina bi navê Zelfa Bedro jî destnîşan kir ku serkeftina berxwedana Heftanînê ya li dijî faşîzma Tirk mîna serkeftina tevahî mirovahiyê ye û serkeftina fikir û felsefeya neteweya demokratîk e.

Zelfa bi domdarî got: "Berxwedana jinên azad a li Heftanînê mînak e, wêrekî û îradeya jinan a li hemberî zihniyeta faşîst îsbat kir. Planên mêtîngeriyê yên li dijî kurdan berdewam in. Bêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî binpêkirinên faşîzma Tirk a li Heftanînê xizmeta dewletên mêtingerên Kurdistanê dike.

Zelfa Bedro di dawiya axaftina xwe de bang li hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê kir ku bi pey komployên li dijî gelê Kurd têne kirin û yekitiya neteweyî asteng dike, nekeve.

ANHA

 


Mijarên Din