Berxwedana Leyla Guven 175 roj li pey xwe hîşt

Çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdewam dike. Berxwedana Leyla Guven ket roja xwe ya 175’an.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Leyla Guven piştî ku hate berdan, ev 175 roj e li mala xwe li ber xwe dide.

Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, di roja 162'yemîn de dewam dike.

Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Walsê ya Îmam Şîş di roja 136'an de didome. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil 16'ê Kanûna 2018'an dabû destpêkirin, 137 roj e berdewam dike. Li London Nahide Zengin û Mehmet Sait Yilmaz 49 roj. Di 1’ê Adarê de çalakiyên greva birçîbûnê li tevahiya zindanên Tirkiyê belav bûbûn.

Çalakiya parlamenterên HDP'ê Dêrsim Dag a di 3'yê Adarê de dest pê kiribû û ya Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dest pê kiribû, li avahiya HDP’ê ya Amedê berdewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kir û piştre hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 115 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 107, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 115 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 64 roj e çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer li malê çalakiya xwe berdewam dikin.


Mijarên Din