Berxwedana Leyla Guven derbasî roja 162'an bûye

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 162 roj in di greva birçîbûnê de li ber xwe dide.

Berxwedana  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 162'emîn de didome.  Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê destpê kir di roja 149'emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 123'yemîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16'ê kanûna 2018'an ve dabû destpêkirin 124 roj in berdewam dike. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 49'emîn de didome.

3 parlamenter di girevê de ne

Çalakiya Parlementerên HDP'ê Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 104 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 94, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 102 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 51 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Greva birçîbûnê li qada navnetewî didome

Yusuf Îba li Torontoyê 97 roj, Mele Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 96 roj, Husên Yildiz 90 roj, Hasbî Çakici 88 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 89 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 85 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 80 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 73 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 62 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 33 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 54 roj, Gulebax Celal 33 roj in di greva birçîbûnê de ne.

7 girtiyan li dijî tecrîdê çalakî kirin û dawî li jiyana xwe anîn

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2'ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.


Mijarên Din