Berxwedana Leyla Guven di roja 165'an deye

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev  165 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Leyla Guven ev 165'an li mala xwe di grevê de ye û li ber xwe dide.

Di heman demê de li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê destpê kir di roja 152'emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 126'emîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16'ê kanûna 2018'an ve dabû destpêkirin 127 roj in berdewam dike. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 51'emîn de didome.

Çalakiya li avahiya  HDP'ê jî didome

Çalakiya Parlementerên HDP'ê Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.  Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 105 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 97, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 105 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 54 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.  Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozezer ên hatin girtin û dîsa hatin berdan niha li malê çalakiya xwe berdewam dikin.

Girtiyên li dijî tecrîdê  dawî li jiyana xwe anîn

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2'ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.


Mijarên Din

Li Raî teqîn