Berxwedana Leyla Guven gihaşt roja 178’an

Çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdewam dike. Berxwedana Leyla Guven ket roja xwe ya 178’an. Her wiha çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan di roja 4’emîn de dewam dike.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Culemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Leyla Guven piştî ku hate berdan, ev 178 roj e li mala xwe li ber xwe dide.

Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, di roja 165'yemîn de dewam dike. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Walsê ya Îmam Şîş di roja 139'an de didome.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil 16'ê Kanûna 2018'an dabû destpêkirin, 140 roj e berdewam dike. Li Londonê Nahide Zengin û Mehmet Sait Yilmaz 52 roj e çalakiya xwe didomînin. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 70 roj e di greva birçîbûnê de ye. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya pêşenga çalakiya greva birçîbûnê Leyla Guven dest pê kir, diroja 140'an de berdewam dike. Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Tok jî di roja 105'an de bi biryardariyeke xurt çalakiya xwe berdewam dike.

Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtiyan li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wan di roja 64'yemîn de berdewam dike.

Çalakiya parlamenterên HDP'ê Dêrsim Dag a di 3'yê Adarê de dest pê kiribû û ya Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dest pê kiribû, li avahiya HDP’ê ya Amedê berdewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kir û piştre hatin berdan jî çalakiya xwe li malen xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 118 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 109, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 118 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 67 roj e çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer li malê çalakiya xwe berdewam dikin.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyan

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 4'emîn de dewam dike. Navên 15 girtiyên di rojiya mirinê de wiha ne: Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk. Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.

Li dijî tecrîdê çalakiyên fedaî pêk anîn

Li bajarê Krefeld ê Almanya di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'yê Adarê de li Girtîgeha Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anî. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê, Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.


Mijarên Din