Berxwedana Leyla Guven gihaşt roja 192'yan

Çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê di roja 192’ê de û çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan jî di roja 19’an de didome.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Culemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Leyla Guven ev 192 roj e li mala xwe ya li Amedê çalakiya xwe berdewam dike.

Çalakiya rojiya mirinê gihaşt roja 19’an

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 19`an de dewam dike. Navên 15 girtiyên di rojiya mirinê de wiha ne: Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ardil Çeşme, Asli Dogan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk, li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.

Her wiha pêr 15 girtiyên din jî di zindanên dewleta Tirk de 10`ê Gulanê dest bi rojiya mirinê kir. Navên girtiyên ku pêr dest bi rojiya mirinê kiriye, wiha ne: Li Girtîgeha Kandirayê Yaşar Cinbaş, Muhammed Înal, Diyadîn Akdemir û Engin Kahraman, li Girtîgeha Boluyê Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren û Mustafa Taştan, li Girtîgeha Patnosê Senar Efe, Burhan Şik, Faysal Atak û Şefîk Kayhan, li Girtîgeha Tekirdagê ya hejmar 1 Reşat Ozdîl, li Girtîgeha Tekirdagê ya hejmar 2 Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz û li Girtîgeha Wanê Saît Ozturk.

Çalakiya Nasir Yagiz 179 roj li dû xwe hiştin

Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, di roja 179'an de dewam dike. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Walsê ya Îmam Şîş di roja 153'yan de didome.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil 16'ê Kanûna 2018'an dabû destpêkirin, 154 roj e berdewam dike. Li Londonê Nahide Zengin û Mehmet Sait Yilmaz 66 roj e çalakiya xwe didomînin. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 84 roj e di greva birçîbûnê de ye. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya pêşenga çalakiya greva birçîbûnê Leyla Guven dest pê kir, di roja 154'an de berdewam dike. Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Tok jî di roja 119'an de bi biryardariyeke xurt çalakiya xwe berdewam dike.

Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtiyan li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wan di roja 76'an de berdewam dike.

Çalakiya parlamenterên HDP’ê

Çalakiya parlamenterên HDP'ê Dêrsim Dag a di 3'yê Adarê de dest pê kiribû û ya Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dest pê kiribû, li avahiya HDP’ê ya Amedê berdewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kir û piştre hatin berdan jî çalakiya xwe li malen xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 132 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 123, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 132 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 81 roj e çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer li malê çalakiya xwe berdewam dikin.

Çalakiyên fedaî yên li dijî tecrîdê

Li bajarê Krefeld ê Almanya di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'yê Adarê de li Girtîgeha Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anî. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê, Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.


Mijarên Din