‘Berxwedana Leyla Guven mohra xwe li dîroka jinan da‘

Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, destnîşan kir ku greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven, çar parçeyên Kurdistanê kirin yek, sînor û dûrahî şikandin. Jinan got girêdana wan a bi fikrên Ocalan ve, ji berê bihêztir bûye.

Parlamentera Partiya Gelan a Demokratrîk (HDP) a Culemergê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji bo şermezarkirina tecrîda li li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zêdetirî 180 rojan ve bê navber di greva birçîbûnê de ye. Bi sedan fedayî ji her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn.

Girêdayî mijarê jinên Efrînê yên li Şehbayê ji ajansa me re axivîn. Jina bi navê Zekiya Ibrahîm berxwedana parlamenter Leyla Guven silav kir û got: "Grevên birçîbûnê gihaştine astekê ku cîhan li hemberî wê matmayî maye. Her wiha tevahiya qadên têkoşîn û berxwedanê hejandin."

Zekiya destnîşan kir ku berxwedana Leyla Guven careke din vîn û îradeya jinan bi fikr û felsefeya Ocalan diyar kir. Bi piştgiriya kesayetên welatparêz û siyasî ji her çar parçeyên Kurdistanê re, sînor û dûrahiyên ku dijminên gelê Kurd çandine, şikandin.

Heya pêkanîna daxwazên çalakgeran em li qadan in

Jina ciwan a bi navê Perwîn Ebdo destnîşan kir ku ew israra xwe ji vîn û hêza Leyla Guven digirin, piştgiriya daxwazên wê di azadiya Ocalan de ji girtîgeha Îmraliyê dikin û tekez dikin ku ew dê piştgiriya berxwedana wê bikin û heya pêkanîna daxwazên çalakgeran li qadan bin.

Berxwedana Leyla Guven pîroz e û mohreke di dîroka jinan de ye

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Hêvîn Bêrem destnîşan kir ku çalakiya greva pirçîbûnê ya Leyla Guven pîroz e û xwedî cih û bandoreke mezin e di dîroka jinan û gelê Kurd de ye bi giştî. Hêvîn bal kişand ser ku wek jinên Efrînê ew hêza xwe ji hêza Leya Guven digirin.

Hêvîn tekez kir ku israra Leyla Guven di berdewamkirina çalakiyê de heta piştî ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatiye, di dilê gelan de baweriyek bêtir çand.

Azadiya Ocalan aştî û ewlehiyê li herêmê belav dike

Dayika bi navê Nezîra Elî bang li aliyên têkildarî parastina mafên mirovan kir ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paşguh neke û wî azad bike û jiyana çalakgerên grevê rizgar bikin. Dayika Nezîra got: "Azadiya rêber Ocalan û fikrê wî yê demokratîk re kilîta aştiyê ye.”

Ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven û hevalên wê jinên Efrînê bi dehan çalakî û meş organîze kirine.

(şx)

ANHA


Mijarên Din