‘Berxwedana me berxwedaneke dîrokî bû’

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê berxwedana dîrokî ya 2016`an a şênî û şervanan a  li dijî çeteyên artêşa Tirk bi bîr anîn û got “Berxwedana Şêxmeqsûdê planên çeteyan têk birin. Berxwedana me berxwedaneke dîrokî bû.”

16‘ê Sibatê salvegera êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê ye. Şêniyên taxê berxwedana dîrokî bi bîr anî û got bi saya piştgiriya wan a ji şervanan re êrişên çeteyan têk çûn.

Şêniyê bi navê Dîbo Îbrahîm ew roj bi bîr anî û got: “Çeteyên artêşa Tirk li dijî taxê êrişên hovane pêk anîn û tax topbaran kirin. Di encamê de bi sedan zarok û jin şehîd bûn û tax ji hemû aliyan ve hate dorpêçkirin. Tevî wan rewşan jî me li ber xwe da û em beşdarî şer bûn. Me li kêleka şervanan tax parast.”

 Îbrahîm berxwedana şênî û şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bi "berxwedaneke dîrokî" bi nav kir.

Şêniyê bi navê Mehmûd Mistefa diyar kir ku 27 komên çete yên girêdayî artêşa Tirk û Heyet Tehrîr El-Şam anku Cehbet El-Nusra ya berê, êrişî taxê kir û got: “Çeteyan xwest vîna şêniyan bişikînin. Bi saya berxwedana YPG, YPJ`ê çete nekarîbûn derbasî taxê bibin. Di 22‘yê Sibata 2016`an de ji ber êrişan mala min hate topbarankirin. Di encamê de keça min a 16 salî şehîd bû û 2 zarokên min jî birîndar bûn û heta niha têne dermankirin.”

Şêniya bi navê  Cîhan Şêxo bal kişand ser berxwedana jinên taxê û ev tişt anî ziman: "Wek jin me xwarin ji şervanan re amade dikir, berxwedana me ya li dijî çeteyan berxwedaneke dîrokî bû.  Me taxa xwe ji çeteyan rizgar kir û bi saya şehîdan bi ser keftin. Li gel vê yekê hemû pêkhate ji Kurd, Ereb û Suryaniyan parastina taxê kir.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din