‘Berxwedanên Serdem û Rûmetê israra gelan a azadiyê ne’

Bi dirûşma "Berxwedanên Serdem û Rûmetê israra gelan a azadiyê ne" Meclisa Yekitiya Jinan a Êzidî bi koordîneya bi Meclisa Navçeya Şêrawa re meşek li dar xist û xwest dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê bê derxistin.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê, endam û rêveberên saziyên sivîl li gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê kom bûn. Şêniyan pankartên bi nivîsên "Em wek jinên Efrînê banga vegera Efrîna ewle û rizgar dikin”, “Êdî bes e ji çewisandin û înkarkirina gelê Sûriyê re”, “Berxwedanên Serdem û Rûmetê israra gelan a azadiyê ne”, “Bijî biratiya gelan, nebin hevparên dewleta Tirk a dagirker” û “Erdoganê kujer tu ferqê naxe navbera astengdar û kalepîran" û wêneyên şehîdên berxwedanên Serdem û Rûmetê, şehîdên êzidî û zarokên birîndar hildan.

Şêniyan berê xwe da qada Kampa Vegerê ya li gundê Ziyaretê û li wir meş vegerî mîtîngê. Her wiha deqeyekê rêz girtin û piştre bi navê rêveberiya Yekitiya Jinan a Êzidî Sûad Hiso û rêveberiya Kongreya Star a Kantona Efrînê Leyla Xelîl axivîn.

Axêveran dagirkirina dewleta Tirk a xaka Sûriyê şermezar kir û banga berxwedanê kir û pêwîstî bi derxistina wê ji Sûriyê kir. Axêveran piştrast kir ku dewleta Tirk sûcên li dijî mafên gelê Sûriyê pêk tîne û kiryarên xwe didomîne.

Piştî axaftin bi dawî bûn, ji reveberên Meclisa Navçeya Şêrawa Evîn Oso daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker û guhertina demografiya Efrîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê lanet û şermezar dikin. Piştî dagirkirina dewleta Tirk, êdî Efrînê bû ya dewleta Tirk û çeteyên wê qirêjtirîn siyasetên sûc û gefên bênavber li dijî gel dimeşînin. Her wiha rojane bi çekên giran û şerê çapemeniyê bi bandorkirina derûnî li dijî şêniyên Şêrawa û Efrînê ku li vê navçeyê ne, bi hedefa tirsîna wan ku koçber bibin, çete û komên terorîst ên girêdayî wê yên bi navê Artêşa El-Wetenî, Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê û bi navên dîtir, pêk tînin.

Kiryarên berê li Efrînê û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Girê Spî û Serêkaniyê kirine û dikin, hewl dide heman senaryoyê li Şêrawa bimeşîne. Aramca sereke ji êrişên leşkerî û dagirkirina dewleta Tirk ew e ku guhartina demografî li herêmê bi hinceta avakirina herêma ewle û vegera koçberan. Lê mixabin, gelek çete hene ku, projeya Osmanî ya Tirkî pêk tînin da ku xewna Erdogan li herêmê bimeşînin.

Ji lew re, ji vir de soz didin gelê xwe ku li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên nûnertiya rastîn a DAIŞ’ê ji kiryarên dermirovî di kuştina gel û tevahî pêkhateyên wê ji jin, zarok û kalepîran dikin, li ber xwe bidin. Bang li tevahî pêkhate û hêzan dikin ku siyaseta Erdogan a berfirehkirina dagirkirin zêde ya xaka Sûriyê red bikin û ev jî bi yekitiya ref a hemû pêkhateyên li Sûriyê  guncaw ku divê li hember projeya osmanî li herêmê, bisekinin. Da ku bigihînin Sûriyeyeke yekitî, pirrengî, nenavendî û azadî.

Li dawiyê bang li tevahî rêxistinên hiqûqî, civaka navdewletî, hikumeta Sûriyê, Meclisa Ewlehiyê û NY’yê dikin ku helwesteke cidî li hember dewleta Tirk a dagirker û angaştên wê yê Osmanî bistînin."

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din