Berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bi bîranîn

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 37‘an a Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hatin bi bîranîn.

Pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistnê Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Dûrmûş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz ên bê mirin ku li girtîgeha Amdê ku li dijî hovîtiya darbeya faşîst a 12’ê Îlnonê rabûn, di 37’emîn salvegera şehadeta xwe de bi çalakiyan hatin bibîranîn.

KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê bi beşdarbûna bi sedan kesî civîna bîranîna berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê li dar xist.

Di bîranînê de yek ji rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elî Kobanê berxwedarên 14‘ê Tîrmehê bi bîr anî û got: "Berxwedana 14‘ê Tîrmehê bûye tova berxwedana gel li her çar parçeyên Kurdistan."

Elî bi bîr xist ku di sala 1982‘an komeke kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê di girtîgea Amadê de li hemberî zulma li ser gel berxwedaneke bêhempa kirin, ev berxwedanî bûye nirxekî girîgn li Rojhilata Navîn.

Elî Kobanî wiha axaftina xwe domand: "Têkoşerên girtîgeha Amedê xwe radest nekirin, ne ew berxwedanî baya niha em nedigihiştin vê astê ji serkeftinê. Berxwedana Amedê peyameke girîng da me, em hînî berxwedanê kirin."

Bîranîn bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li hola Nadî Roj berxwedêrên14‘ê Tîrmehê bi merasîmekê bi bîr anîn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê rêveberê Meclisa Navçeya Tirbespiyê diyar Hesen axivî û got, Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji rêgez û fikrê Ocalan dest pê kir, erka azadiya gelê Kurdistanê girt ser xwe û ji bingehê belavkirina çanda biratî û azadiya hemû gelan têkoşîneke mezin da meşandin.

Diyar Hesekê destnîşan kir ku dijminên gelê Kurdistanê di serî de dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd siyasetên qirkirinê dimeşin û bi hemû rêbazan hewl didin pêkhateyên herêmê ji hev dûr bixin.

Biranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Girêdayî  mijarê Meclisa navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê semînerek li stada beledî ya li Dirbêsiyê li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê tev li semînerê bûn. Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Gerzan Dêrik axivî û şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn û got: "Berxwedana 14`ê Tîrmehê li dijî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker serkeftinek mezin a gelê Kurd bû. Têkoşîn û berxwedana têkoşeran wê demê berxwedanek dîrokî bû û ew bû çirûska berxwedana Kurdî ya ku heta niha berdewam e. Ev berxwedanî  hîna di girtîgehan de heya bighêje berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên grevên birçîbûnê berdewam e. Ji ber çalakiyên grevên birçîbûnê dagirkerî neçar ma tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye bi dawî bike."

Gerzan Dêrik di dawiya gotina xwe de got: "Armanca biryara her çar têkoşeran mezinkirina asta têkoşînê bû û rê nedin ku çirûska şoreşê vemire."

Semîner bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

QAMIŞLO

Li Qamişlo civîna bîranînê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi beşdarbûna bi sedn kesî hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif axivî, rola şehîdên 14‘ê Tîrmehê ya pêxistina çirûska şoreşa gelan destnîşan kir û got: "Xeta şehîdên me hîna berdewam e, îro li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên wê tê qezenckirin."

Foza Yûsif her wiha got, "Em nikarin cûdahiyê bixin navbera şoreşa 14‘ê Tîrmehê û şoreşa Rojava û şoreşên din ên Kurdistanê de, ji ber ku mişeleya wê berxwedanê wekî xeleka zincîrê ji têkoşînê ku heta roja me ya îro berdewam e, çalakiya Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û berxwedana Leyla Guven û hevalên wê vê yekê diyar dike."

Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de got: "Em hêza xwe ji têkoşerên pêşeng digirin, em soza şopandina rêya şehîdan dûbare dikin."

Bîranîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdên 14‘ê Tîrmehê bi dawî bû.

HELEB

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi heman armancê merasîmê bîranînê li taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

Di bîranînê de Rêvebera TEV-DEM‘ê Raperîn Heleb axivî û anîz iman ku berxwedana 14‘ê Tîrmehê ya li hemberî faşîzma Tirkiyê fitîla şoreşê li tevahî Kurdistanê vêxist.

Raperîn diyar kir ku faşîzma Tirk bi hemû rêbazên êşkencekirin û zulmê li ser têkoşeran ferz kir da ku radest bibin, lê berxwedan û îsrara wan bi hêztir bû, ku zindan veguherandin şoreşê.

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din