Beşa 6'an a koçberan ji kampa Holê derketin

Beşa 6'an a koçberên Sûriyê ku ji 90 malbatî pêk dihat li ser daxwaza wan ji kampa Holê derketin.

Derxistina koçberên Sûriyê yên li kampa Holê li ser daxwaza wan û li gorî biryara Rêveberiya Xweser a 10'ê Cotmehê tê birêxistinkirin.

Rêveberiya kampê ji bo kesên Sûrî yên ku dixwazin ji kampê derkevin buroya qeydkirina navan vekir. Derxistina wan jî li gorî belgeyên îsbatkirinê ku ji Sûriyê ne pê tê.

Îro beşa 6'an a koçberan ku ji 90'ê malbatên Sûrî anku 354 kesên ji bajarê Dêrazorê û gundewarên wê pêk dihat ji kampê derketin.

Rêveberiya Kampê Holê ji ANHA'yê re diyar kir ku piştî qeydkirina navên malbatên ji Dêrazorê yên ku dixwazin derkevin, niha navên malbatên ji bajar û gundewarên Reqayê têne qeydkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi koçberan re dimîne û parastina dike heta ku radestî malbatên wan têne kirin.

Beşa 5'an a koçberên Sûrî di 16'ê Mijdarê de hatin derxistin.

ANHA


Mijarên Din