Beşa yekemîn a S-400’an gihaşt balafirgeha Enqereyê

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku yekemîn beşa pergala fuzeyên parastina esmanî ya S-400 gihaşt balafirgeha Enqereyê.

Tevî gefên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên bênavber, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku beşa yekemîn a komên pergala fuzeyên Rûsyayê yên S-400 gihaşt balafirgeha Enqereyê.

Pantagonê Tirkiye hişyar kiribû ku heke pergala fuzeyên Rûsyayê ya S-400 ku DYA’yê dijberiya balafirên xwe dibîne wergirt, dê di cezayên aborî û mehrûmkirina ji balafirên DYA’yê yên F-35’an re derbas bibe.

Bi kirîna Tirkiyê ya fuzeyên Rûsyayê ya S-400’an dê rastî cezayên li gorî qanûna 2017’an a bi navê dijberiya hevirkên DYA’yê bi rêya (CAATSA) ya ferzkirî were. Bi wê re jî dê bandorê li gelek beşên aboriya Tirkiyê bike.

(fr)


Mijarên Din