Beşar Cerar: NATO wek hevkar baweriya xwe bi Tirkiyê nayne

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî Beşar Cerar diyar kir ku ji ber ku pir rexne lê tên kirin, Erdogan li kêleka serokê hêza mezin a NATO`yê Trump sekinî, her wiha got NATO baweriya xwe bi Tirkiyê wek hevkar nayne.

NATO’yê lûtkeya xwe li Londonê li dar xist, Di demekê de ku şerê devkî di navbera endamên wê Fransa û Tirkiyê de pêk tê.

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî ji Washingtonê Beşar Cerar, wiha lûtkeya NATO’yê nirxand: "Wênekêşên ajansên nûçeyên cîhanî kenekî serokê Tirkiyê nedît, heta di girtina wêneyê giştî de jî nedît."

Cerar wiha domand: "Sekinîna Recep Tayyîp Erdogan li kêleka serokê Amerîkayê hêza mezin a NATO`yê, ji ber rexneyên ku li ser serokê "Osmaniyan" tên kirin û bi taybet rexneyên hişk ên li ber hemû kesan û pêşiya çapemeniya cîhanê yên serokê Fransayê Emmanuel Macron."

Cerar got: "Şansê Erdogan xirab bû dema ku gefên neqebûlkirina xwe ji tu hevpeymanan an jî daxuyaniya ku ji salvegera 70`yemîn a NATO`yê derkeve, eger di daxuyaniya dawîn de YPG’ê dê wek rêxistineke terorîst bi nav nekin, xwar. Tiştê ku Erdogan di lûtkeya Londonê de girt, berovajî bû, ne tenê Amerîkayê girêdana NATO’yê bi Kurdan wek şirîkê pêbawer di şerê bi terorê de zêdetir bû, Kurd bi têkoşîna xwe ya dîrokî, her wiha bi pêkhateyên xwe pirrengiya etnîkî li Sûriyê.”

Cerar  da zanîn ku ta ku kiryarên kirêt ên êrişa bi navê “Kaniya Aştiyê” kirin, êdî kesekî ku hesabê jê bixwaze derket, ji ber ku herêmeke bê avakirin, dê herêmeke parastî ya pêkhateyên Sûriyê be, ne berikeke çeteyên Erdogan be ku terora wan ne kêmî ya DAIŞ`ê ye. Macron ji ber xwe ve negotiye artêşa Erdogan alîkariya terorîstên DAIŞ`ê kiriye.”

Li ser hewldana Erdogan a ku şantajê li dijî NATO`yê bike, Cerar wiha diyar kir: "Pelga şantajê ku Enqereyê texmîn kir ku dikare gefan li ewlehiya Ewropayê bixe, NATO`yê mijara disîplînkirina tevgera koçberan li desteyan û rêyên ewlehiyê dûrî lîstoka Tirkiyê xist."

Cerar wiha domand: "Dersa herî girîng a NATO’yê da Erdogan ku NATO baweriyê bi wî nake ne wek hevkar û ne jî wek şirîk ku careke din li ser weşana zindî serokê Fransayê û bi beşdariya serokê Amerîkayê ku texmîn kir dê parastinê bike, diyar bû."

Şîrovekarê siyasetmedar di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ev yek encama alozbûneke nelêkolînkirî bû, paşdekişandin û ketin û di aliyê siyasî û çapemeniyê de."

(jo)

ANHA


Mijarên Din