Beşdarên komxebatê berxwedana jinan nîqaş kirin

Beşdarên komxebata jinan a li navenda çandê ya Tebqayê tê lidarxistin bi nîqaşkirina berxwedana jin û girîngiya parastinê didome.

Komxebata jinan a li navenda çandê ya Tebqayê tê lidarxistin didome. Beşa duyemîn a komxebatê ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star Edalet Umer ve hate nîqaşkirin. Di vê beşê de di dîrokê de berxwedana jinan a li hemberî zulma desthildaran hate destnîşankirin. Edalet Umer diyar kir jinan di dîrokê de ji bo mafên xwe vegerîne li hember desthilatdariya eşîre û qebîleyan têkoşiya û got: "Berxwedanî ne tenê di şer de ye, lê belê mirovî hewecedarî parastina nirxên madî û manewî ye, di vir de girîngiya parastina cewhetî di her zeman û mekanî de diyar dibe."

Edalet her wiha îşaret bi girîngiya xweparastinê kir û got: "Xweparastin li gel hemû zindiyan tê dîtin da ku hevsengiya xwezayê were parstin. Xweparastin çeka herî bi hêz e ya li hemberî çeka modernîteya kapîtalîzmê li Rojhilata Navîn a bi navê mafê ferd bi kar tîne ye ku di encamê de ferd û civakeke ku nikare xwe biparêze ava dike."

Edalet Umer di berdewama axaftina xwe de sedemên serkeftina şoreşa Rojava anî ziman û wiha domand: "Şoreşa Rojava şoreşa hemû gelan e, ku xwe spart zanebûna demokratîk û çanda berxwedanê. Lew re dikarî li hemberî hemû rengên hêzên terorîst bi serket, heta gihişt vê astê û di qadên cîhanî de cih girt."

Piştî semînerê, beşdaran nêrînên xwe li ser mijarê anîn ziman. Di nîqaşan de hate gotin, vejandina çanda berxwedanê ya di şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de an ku şoreşa jin de hate dîtin, berxwedana çanda civaka xwezayî ye, tevlêbûn û pêşengtiya jinan ji şoreşê re misogeriya serkeftina şoreşê bû, ji ber ku jinan dikarî bi zanebûna demokratîk û azad rola xwe di her aliyan de diyar kir û bi îrade û gotina xwe ya azad qonaxeke nû afirandin.

Her wiha hate gotin ku DAIŞ di aliyê erdîngarî de tine bû, lê hina fikrê wê di mejiyê hin kesan de maye, teqînên dawî û şewitandina zeviyan nîşaneyê vê yekê.  Her wiha bal hate kişandin ku divê jin xwe bi rêxistin bikin û rola xwe ya sereke vegerîne ku bibe bingeha avakirina civakeke exlaq û polîtîk.

Komxebat bi nîqaşên mijara duyemîn didome. Piştî nîqaşan dê çalakiyên çandî li Keleha Cabir a dîrokî werin lidarxistin.

ANHA


Mijarên Din