Beşdarên komxebatê: Heta Tirkiye alîkariya DAIŞ’ê bike, DAIŞ tine nabe

Beşdarên komxebata navnetewî li cîhanê ya tekildarî çeteyên DAIŞ de destnîşan kirin ku Tirkiyê dewleta serekeye ku alikariya DAIŞ kiriye dike û gotin: “Heya siyasetên Tirkiyê yên dagirkeriyê berdewam bikin û alîkariya DAIŞ’ê bike, DAIŞ tine nabe.”

Beşdarên komxebata navnetewî li cîhanê ya tekildarî çeteyên DAIŞ’ê (Rehend, astengî û stratejiyên rûbirbûnê ) bi axaftinên mêhvana berdewam dike .

‘Siyaseta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gor mafê mirovan ne’

Tomas Garêt siyasetmedarê Emerîkî, endamê kongreya Emerîkî yê berê yê partiya Komarxwaz di komxebatê de axivî. Garêt spasiya kesên ku di nêz de pirsgireka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopînin kir û got: “Her mirov mafê wî yê jiyankirinê heye. Çeteyên DAIŞ’ê li dijî mafê mirovan derket. Ev mîrasa mirovahiyê ku bi destê DAIŞ’ê hat hilweşandin, hêzên QSD li dijî wan sekinî. Siyaseta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gor mafê mirovan hatiye danîn. Heger em bixwazin siyaseta xwe li gor siyaseta mirovan bidin meşandin em nikarin bi rejîma Sûriyê re siyasetê bikin. Dema ku Trump got em ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişin ez gelek xemgîn bûm. Ji ber keda li vir cûda ye. Ez ê hin nameyan ji rêveberiya Emerîkayê re bibim.”

‘Divê li dijî DAIŞ’ê şerekî cûda destpê bike’

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Fransî Patrîyês Franşîskî anî ziman ku bi amadebûna xwe ya di komxebatê de rûmetek mezin dijî û got: “Serkeftina niha li ser erdê wê piştgiriya berdewam bike. Ev têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê jî wê berdewam bike. Serdanan nûnerên Fransî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re têkoşînê li dijî DAIŞ’ê tekez dike. Ev têkoşîn nayê wateya ku DAIŞ bi dawî bûye. Ez li vir tekez dikim ku wê şerekî cûda bi awayekî din destpê bike. Em serbilindin bi serkeftinên wê.”

‘Ji Tirkiyê hesap nehatiye xwestin’

Lêkolînerê pêymangeha Projeya Emerîkî, berê perpirsyar bû li Pêntagonê, pisporê karûbarên Rojhilata Navîn û dîplomasiyê Maykil Rûbîn jî got: “Hişmendiya DAIŞ’ê ji Tirkiyê hatiye girtin û dewleta Tirk piştgiriyek mezin daye DAIŞ’ê. Recep Tayîp Erdogan gelek girîngî dide hebûna DAIŞ’ê. Giredana AKP-Tirkiyê bi çeteyan re gelek mezin e. Pêşxistina komên tundraw ne tenê mijara Rojava ye ev mijareke gelek girîng û cîhanî ye. Hesab ji Tirkiyê nehatiye pirsîn. Maxdûrên bêdengiyan, dewlet bi xwe ne. DAIŞ vê li Tirkiyê bizivîre û Tirkiye wê bibe maxdûrê DAIŞ’ê.”

‘Şerê QSD’ê kir berdêla hemû cîhanê bû’

Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Maksîmo Dalema bi riya vîdeo beşdarî komxebatê bû û got: “Ez dilsoziya xwe li hemberî qûrbaniya DAIŞ ê diyar dikim û dilxweşiya xwe ji bo şervanên YPJ/YPG û QSD diyar dikim. Şerê wan kiriye berdela hemû cîhanê bû. Şerê li dijî terora DAIŞ’ê bi dawî nebûye. Destpêkê divê çete bên darizandin û civaka navetewî bi erkên xwe rabin. Ez piştgiriya avakirina dadgeha navnetewî dikim. Ev ji bo li dijî şerê terorê û dewletên ku piştgiriyê didin gelek giring e. Em aşitî û aramî ji bo Sûriyê dixwazin. Bingeha konfedarilizm ji bo Sûriyê bê berçav girtin. Ez hêvî dikim komxebat ji bo gelê Kurd bi aşitî û aramî bi ser bikeve.”

‘Heya Tirkiye alîkariyê bide DAIŞ’ê, DAIŞ bi dawî nabe’

Nameya siyasetmedarê Kurd Xetîp Dicle hat xwendin. Dicle serkeftina Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Dewleta Tirk û Katar herî zêde alikariya DAIŞ dikin. Heya siyasetên dagirkeriyê yên Tirkiyê bedewam bin em nikarin bêjin DAIŞ bi dawî bû. Yekane rêya li dijî hebûna DAIŞ’ê, felsefeya Rêber Apo ye.”

Piştî axaftinan pêşengeha şêwekariyê û wêneyên şewqê yên giredayî terora DAIŞ’ê tê vekirin.

ANHA


Mijarên Din