Beşdarên sempozyuma hunera wênexêziyê hatin xelatkirin

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê beşdarên Foruma Rojava ya 2’yemîn a hunera wênexêziyê ya ku di 10-16’ê Gulanê de li dar ketiye û beşdarên ku li pêşangeha hunera wênexêziyê ya 4’emîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 18’ê Gulanê de jî li dar ketiye, xelat kirin.

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê çalakiyên Foruma Rojava ya 2’yemîn a Hunera Wênexêziyê li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10 heta 16’ê Gulanê bi dirûşma "Vîna welatê zeytûnê ji terora we bihêztir e" li bajarê Kobanê ku tê de 26 wênesaz ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûbûn, li dar ket.

Wênesazan wêneyên xwe li Kobanê xêz kirin û beşdarî pêşangeha salane ya 4’emîn a hunera wênexêziyê ya ku li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hatiye lidarxistin, bûn. 77 wênesaz di 18’ê Gulanê de beşdarî pêşangehê bûn da ku rêz û minetdariyê li hember şehîdên azadiyê û di serî de wênesaz û têkoşer Heqî Qerar bigirin.

Îro da ku kedên wênesazan di Foruma Rojava ya Hunera Wênexêziyê ya 2’emîn û pêşangeha 4’emîn a hunera wênexêziyê de dane, bên xelatkirin, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hemû beşdar bi xelatên bîranînê di şahiya ku li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişlo li dar ketiye de, xelat kirin.

Di merasîma xelatkirinê de hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê, hevserokên Desteya Çand û Hunerê Rewda Hesen û Îlyas Sîdo, wênesaz û gelek hunerhez amade bûn.

Di şahiya xelatkirinê de Nezîra Gewriyê axivî û îşaret pê kir ku niha şêniyên herêmê mozayîkeke bêhempa li ser xaka paqij pêk tînin. Her wiha Nezîra bal kişad ser dirûşma forumê "Vîna welatê zeytûnê ji terora we bi hêztir e" nîşaneyên mezin didin û ji kaniya vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê bi terora cîhanê  re şer kiriye, derketiye û wiha lê zêde kir: "Bi vê dirûşmê li ser pêyan disekinin û bi vê jî em xwe feda dikin." 

Îlyas Sîdo îşraret pê kir ku lidarxistina forum û pêşangeha wênexêziyê di meha Gulanê de girîngiyek mezin e li cem gelê herêmê û gelê Kurdistan û wiha pê de çû: " Ev meh, meha qurbanî fedayî ye. Di vê mehê de wênesaz û têkoşer Heqî Qerar şehîd bû"

Piştî axaftinan Desteya Çand û Hunerê tevahî beşdarên Foruma Rojava ya 2’emîn a hunera wênexêziyê ku bi hejmara 26’an in û beşdarên pêşangeha wênexêziyê ya 4’emîn bi hejmara 77 wênesazan, xelat kirin.

Her wiha hê jî deriyên pêşangeha 4’emîn a hunera wênexêziyê li pêş hunerhezan heta 28’ê vê mehê vekirî ne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din