Beşdarên Yekemîn ên komxebata di derbarê DAIŞ’ê de, tên pêşwazîkirin

Yekemîn Komxebata Navneteweyî li cîhanê ya tekildarî çeteyên DAIŞ`ê (Rehend, astengî û stratejiyên rûbirbûnê ) destpê kir. Yekemîn beşdarên komxebatê tên pêşwazîkirin.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Istratejîk (NRLS) li navçeya Amûdê ya giredayî bajarê Qamişlo li hola Beylesan yekemîn komxebata navnetewî li cîhanê ya tekildarî çeteyên DAIŞ’ê (Rehend, astengî û stratejiyên rûbirbûnê ) destpê kir.

Hola Beylesan ji aliyên Hêzên Asayîşa Teybet (HAT), Ewlekariya Hûndirîn û Hêzên Hawarî ve tê parastin.

Ji tevahî cîhanê bi sedan ji kesayatên payebilind, akademisiyan, lêkolîner, siyasetmedar, rojnameger  û oldar beşdarî komxebatê dibin.

Mamosteya Zanîngeha Amerîka li Qahîra Dr. Amy Austin Holmes

Endamê Navenda Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Navdewletî (ICCT) û Berpirsê Stratejiya Têkoşîna li dijî Terorê di hikûmeta Holendayê de Peter Nob, Lêkolînerên Ewlehî yê Peymangeha King London û damezrînerê Navenda Navdewletî ya Lêkolînên Terorê (ICSR), di heman demê de wekî Serokê Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê li Ewropayê (OSCE) xebatî Peter Newman, Mamosteyê Qanûn di Zanîngeha Parîsê de û Gerînendeyê Zanistê di Wekîpedayaya Qanûna Cînayetan a Fransê Dominique Anchosbeh, Serokê Berê yê Hêzên Taybet li Erebistana Siûdî yê di sala 2000‘î de Bawernameya Master a Têkiliyên Navdewletî di Zanîngeha Derm de girtiye Dr Seed Bin Umer, Lêkolîner, akademisyen û mamosteyê aborî di Fakuleteya Rêvebirina Kar di Zanîngeha Erebî ya Navdewletî ya Taybet Muhîb Salha.

Beşdarên komxebatê ji aliyên endamên NRLS’ê ve tên pêşwazî kirin û dosyayên tekildarî komxebatê li wan belav dikin. Dosya bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî hatiye amadekirin. Kovarên di dosyayê de li ser rapirsîneke tekildarî DAIŞ’ê û binpêkirinê wê, rola YPJ,YPG, QSD’ê di şerê dijî DAIŞ’ê de, binpêkirinên DAIŞ ên li ser jin û zarokan, danasîna NRLS, ne.

Komxebat dê bi zimanên Erebî, Kurdî, Tirkî, Fransî û Ingilîzî bê wergerandin.

Di bernameya îro ya komxebatê de gotina destpê dê navend bike. Piştî axaftina vekirinê sînevizyonek tekildarî terora DAIŞ`ê bê temaşê kirin û li hin şahidên binpêkirinên DAIŞ bên guhdarkirin. Piştî axaftinên beşdaran, vekirina pêşengehekê şêwekariyê û wêneyên şewqê yên girêdayî terora DAIŞ’ê, wê xebatên komcivînê li ser heft maseyan bên belavkirin.

Masaya yekem de mijara dîrokî û siyasî yên terora DAIŞ’ê bê destgirtin. Moderatoriya masê Dr. Sileman Îlyas wê bike. Tê payîn ku Dr. Azadî Elî, Dr. Maykil Rûbîn, Dr. Beyar Mistefa Doskî, Dr. Celal Zenatî semîner bidin.

Gotûbej û nêrîn wê bên girtin û bi temaşekirina belge filmek tekildarî DAIŞ’ê roja yekem wê bi dawî bibe.

(bm)

ANHA


Mijarên Din