Beşek ji penaberên Iraqê dixwazin vegerin, beşek jî naxwaze vegere!

Penaberên iraqî yên di kampa Holê de hinek dixwazin biçin welatê xwe û hinek jî naxwazin biçin welatê xwe û dixwazin li kampê bimînin, DI wexteke ku Rêveberiya Xweser bi hevkariya hikumeta Iraqê re, hewl dide bi rêyên guncav penaberan vegerînin welatê wan.

Di kampa Holê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku li rojhilatê kantona Hesekê bi 45 km dikeve, zêdetirî 72 hezar ji koçber û penaber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene. Hejmara penaberên Iraqî di kampê de 30 hezar û 367 kes e ango 8 hezar û 670 malbat e.

Çeteyên DAIŞ`ê di sala 2014`an êrîşî Iraqê kir û piraniya erdnîgariya Iraqê dagir kir, di nav de parêzgeh û bajarên Iraqê yên girîng mîna Mûsil, Tikrît û Enbar. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê li Iraqê, komkujî derheqê gelê Iraqê û taynet Êzidiyên Şengalê de pêk anîn.

Piştî ku hikumeta Iraqê di 9`ê Kanûna 2017`an serkeftina ser çeteyên DAIŞ`ê ragihand û gelek erdnîgariya Iraqê kete bin serweriya artêşa Iraqê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevkarî bi aliyên peywendîdar li Iraqê û Netewên Yekbûyî re pêk anî, da ku penaberên Iraqê vegerinîn welatê wan. Rêveberiyê hewl da ku zexta ser kampê kêm bike, ku niha 72 hezar koçber û penaber dihewîne.

Tevî hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vekirina rêyan ji penaberên Iraqê da ku bi rêya rêya NY û hikumeta Iraqê vegerin welatê xwe, lê di kampê de hinek penaber naxwazin vegerin welatê xwe û hinek jî dixwazin vegerin welatê xwe. Kesên ku naxwazin vegerin welatê xwe, ji ber cihê wan tune ye ku têde bijîn.

Mihemed Xelîl ji parêzgeha Mûsilê ya Iraqê ye, bi erebeya xwe di nava erdnîgariya kampa Holê de kar dike, ji ANHA`yê re wiha got: "Rewşa ewlehiyê li Iraqê ne baş e, malên me hemû hatin rûxandin, ne mal, ne kar, ne ewlehî heye. Li vir her tişt heye, xaz, xwarin, sotemenî û ewlehî heye, ez dixwazin hemû jiyana xwe li vir derbas bikim û venagerim Iraqê."

Ciwanê bi navê Ismaîl Iwênî ji parêzgeha Selahdîn  a Iraqê ye, beriya 2 salan ji ber şerê li Iraqê reviya û berê xwe da kampa Holê, nerîna wî cuda ye wiha dibêje: "Ji ber şerê di navbera Heşida Şebî û DAIŞ`ê, em ji xaka xwe koçber bûn, em ji Heşida Şebî ku niha serweriya gelek herêmên Iraqê dike, ditirsin.” Iwênî ji NY`ê xwest ku ji wan re misogeriya vegera penaberan bike û zextê li hikumeta Iraqê bike da ku rêyên vegerê peyda bike.

Mûdîrê herêma Rojhilata Navîn a Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor Fabrizio Carboni di 11`ê Adarê de got li gorî itifaqa bi hikumeta Iraqê li Bexdayê tê payîn di hefteyên pêş de, 20 hezar penaberên Iraqî yên li xaka Sûriyê û taybet di kampa Holê de vegerînin welatê wan.

Der barê mijarê, Endamê Rêveberiya Meclisa Iraqê ya Karûbarê IRAQIYÊN di kampê de, Faris El-Berxûsî wiha got: "Di aliyê çûyîna penaberan de em amade ne û tomarkirina navan heye, lê heta niha 3 hezar penaber ji eslê 30 hezar penaber navên xwe tomar kirine. ev hejmara biçûk e, Iraqî ji Heşid Şebî û ji dozên tolhildanê yên eşîran ditirsin, hejmara din dixwazin di kampa Holê de bimînin."

Çavkaniyekî jêbawer di Wezareta Mafên Mirovan û Karûbarê Penaberên Iraqê ji ANHA`yê re teqez kir, ku hikumeta Iraqê deriyên sînor li pêşiya penaberên Iraqê vekirin da ku vegerin welatê xwe, ew yek bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye.

(jo)

ANHA


Mijarên Din