Beşeke din a koçberan ji kampa Holê derket

Li ser biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêveberiya kampa Holê beşa 10’emîn a şêniyên bajarê Dêrazorê derxist.

Rêveberiya kampa Holê piştî temamkirina belgeyên pêwîst  û kefaleta rûspiyên eşîran li gorî biryara Rêveberiya Xweser a  Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşa 9’emîn a koçberan di 8’ê Kanûnê de bi hejmara 47 malbatan bi 207 kesan, bi rê kiribû.

Di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser a pêwîstiya derxistina şêniyên Bakurê Sûriyê ji kampa Holê de, rêveberiya kampa Holê beşa 10’emîn ku ji şêniyên bajarê Dêrazorê ye, derxist.

91 malbat jê derketin û ji 388 jin û zarokan pêk tê ku tu têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ’ê re nîn e.

Rêveberiya kampê bi dehan erebe ji bo veguhastina koçberan  amade kirin. Li aliyekî din jî dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastina wan heta gihandina Meclisa Sivîl a Dêrazorê pêk bîne.

Rêveberên kampê diyar kir ku dê derxistina koçberan ji warên wan re bi koordînaya bi şêxên eşîran re bidome.

(fr)

ANHA


Mijarên Din