Beşeke din a koçberên Dêrazorê vegerîn warên xwe 

Li ser daxwaza komxebata eşîrên Sûriyê, duh 54 malbatên din ên di kampa Holê de yên ji koçberên gundewarê rojava û rojhilatê bajarê Dêrazorê, vegeriyan malên xwe.

Beşa duyemîn a koçberan ji şêniyên bajarê Dêrazorê pêk tê û vegera wan di encama komxebata eşîrên Sûriyê de ku li Eyn Îsa li dar ket, pêk tê. Kom zêdetir ji zarok û jinan pêk tê.

Yek ji encamên komxebata eşîrên Sûriyê ku di 3`êy Gulana 2019`an li dar ket, tê de zêdetirî 5 hezar şêx û rûspiyên eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn. Li gorî encama komxebatê, koçberên ji Sûriyê ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ`ê re tune ye û di kampa Holê ya girêdayî kantona Hesekê de dimînin, dê vegerin warê xwe.

Piştî tedbîrên pêwîst ji bo derketina wan ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rûspiyên eşîran ve, duh koma duyemîn a koçberên Dêrazorê ku ji 178 kesan pêk tê, derket û îro li bajarokê El-Sûr bi beşdarbûna rûspî û nûnerên eşîrên Dêrazorê hatin radestkirin.

Cîgirê serokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Dêrazorê, Yûsif El-Cîcan teqez kir ku armanca derxistina wan ew e ku careke din bi civakê re bijîn û alîkariya wan di jiyaneke ewle de piştî rizgarkirina herêmên wan ji aliyê QSD`ê ve bikin.     

Her wiha serokê Meclisa Gel a bajarokê El-Besîrê Şakir El-Salih spasiya têkiliyên giştî kir ku daxwazên rûspiyên eşîrên Dêrazorê û meclisên herêmî pêk anîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji şêniyên gundewarên Dêrazorê ku li kampa Holê diman, di Tîrmeha çûyî de bi kefaleta rûspiyên eşîran derxistibûn.

(jo)

ANHA


Mijarên Din