Beşîr Mele Newaf: Şer û qirkirina sedemên nepêşektina şanoya Kurdî ne

Mamosteyê şanoyê yê Zanîngeha Rojava û nivîskar Beşîr Mele Newaf diyar kir ku sedema nepêşketina şanoya Kurdî ku ew e ku şano di nava dîrokê de rastî pêngavên qirkirina çandî hatiye û îşaret bi girîngiya destekdayîna şanoya Kurdî, avakirina peymangehên taybet ên fêrkirina şanoyê kir.

Ji her civakekê re çanda wî ya taybet heye ku di nava gelên din de pê tê naskirin. Gelê Kurd ji gelên ku mîrata wî ya çandî di nava dîrokê de heye. Lê hikûmet û desthilatan hewl dan ku bi hemû şêwazan bi rêya tunekirina çandê wî qir bike, ji ber çand îşaretê bi nasname û hebûna her civakekê dike.

Vê yekê hişt ku di hin beşên sereke yên çandê de bi pêş nekeve weke şano û şanogeriya şanoyê. Lê tevî wê jî heta niha ji bo pêşketina şanoya hunerî têdikoşe û hebûna xwe di pêşkêşkirina şano û lidarxistina festîvalan de, îsbat dike.

Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 27`ê Adara borî de mîhrîcana 5’an a Şehîd Herekol li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar xist. Ku ev roj roja şanoyê ya cîhanê ye û mehrîcan ji bo bîranîna Şehîd Yekta Herekol hate lidarxisin. Mehrîcan heta 6`ê Nîsanê dê dewam bike.

ASTA ŞANOYA KURDÎ

Der barê asta ku şanoya Kurdî gihaştiye de mamosteyê hunera şano yê Zanîngeha Rojava û nivîskar Beşîr Mele Newaf got, wan xwest navê şanoya Kurdî bikin şanoya rast, ji ber nikarin wê li ser esasê akademîk û zanistî binirxînin, ji ber pêwîstiya şanoyê bi rêyeke dîrokî heye û di hundirê wî de hunerên cûda weke şanogerî, stran, dîlan û xêzkirin hene.

Beşîr Mele Newaf bal kişand ser mehrîcana şanoyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin û wiha got: "Şanoyên ku li ser dikeya şanoya Kurdî bi boneya roja cîhanî ya şanoyê têne pêşkêşkirin temenê wê ne zêdetirî 5 salan e. Em nikarin zemînekê ji şano û şanogeriya şanoyê re di nava çend salan de ava bikin."

ASTA MEHRÎCANA ÎSAL

Beşîr Mele Newaf diyar kir ku mehrîcana Herekol li gorî endamên şanoyê ya sereke û çîrokên şanoyan ku têne pêşkêşkirin, asta wan ji salên berê kêmtir e lê hîn mehrîcan û şano didomin dibe,  dema bidawî bibe karibin bi awayekî baş binrixînin.

Beşîr Mele Newaf wiha domand: "Nepêşketina şanoya Kurdî heta asta ku tê xwestin girêdayî gelek sedaman e, ji wan pêvajoyên qirkirinê ku gelê Kurd di nava dîrokê de tê re derbas bûne. Ji ber şano û şanogeriya şanoyê pêwîstiya wan bi hewayên azad û demokratîk hene."

Beşîr Mele Newaf şanoya sala 1982`an bi bîr xist û wiha axivî: "Tu derfetên ku şanoya Kurdî were pêşkêşkirin, tune bûn. Tenê di cejnê Newrozan de di çend saetan de dihat pêşkêşkrin. Bi van çend saetan ne gengaz e ku hêmanên sereke yên şanoyê werin tekûzkirin. "

HÊMANÊN SEREKE JI BO PÊŞXISTINA ŞANOYA KURDÎ

Beşîr Mele Newaf behsa hêmanên sereke ji bo pêşxistina şanoya Kurdî kir û wiha pêde çû: "Divê di her şanoyekê de sînaryoyeke li gorî şanoya Kurdî hebe. Şanoger pispor bin. Her şanogrek rola xwe bi awayekî rast û bibandor bilîze û tişta ku dihêle şano pêş bikeve derhuner û temaşevan in."

Beşîr Mele Newaf îşaret bi girîngiya destekdayîna şanoya Kurdî, pêşxistina wê ber bi başbûnê ve kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hin derhunerên Kurd tu pisporiya wan a şanoyê tune ye. Di çend salên dawîn de rengekî şanoya Kurdî li Rojava derxistin. Lê ev yek têrê nake. Divê destek ji şanoya Kurdî re  bi rêya avakirina peymangehên taybet ên fêrkirina şanoyê, were dayîn."

)bx(

ANHA


Mijarên Din