Bexda: Ji niha û pê ve em pere ji Hewlêrê re naşînin

Wezareta Diravî ya Iraqê îro got ji niha û pê ve tu pere ji herêma Kurdistanê re naşîne, heger her du hikumet neghêjin lihevkirinê.

Wezaretê di daxuyaniyekê çapemeniyê de got: "Biryara neşandina mûceyan, piştî erêkirina hikumeta herêmê pêşiyana wezareta federasyonê ya çareseriya dawî hat. Pereyên şandî dê beşa dawiyê be ku Bexda ji herêmê re dişîne. Ji ber ku heta her du hikumetan negihêjin lihevkirinekê em pere naşînin.

Wezareta wiha domand:  "400 milyar dînarên iraqî şandî, ji lêçûna herêmê ku divê bide hatiye hesibandin. Di nav de mûceyên karmendan ên meha Nîsanê ne. Li gorî lihevkirina ku bi herêmê re ya li gorî biryara hejmar 802‘an a di 19-5-2020`an de hatiye mohrkirin ku divê nûnerên hikumeta navendî û hikumeta herêma Kurdistanê de di meha Hezîranê de civînên xwe zêde bikin. Da ku li ser çareseriyek dawîn li gorî qanûna rêveberiya malî ya fedarasyonê di navbera her du aliyan de lihev bikin. "

Hikumeta Iraqê di vê dawiyê de 400 milyar dînarên iraqê yanî derdora 336 milyon dolar kirin hesabên  hikumeta Kurdistanê di banka navendî ya Iraqê de.

(şx)


Mijarên Din