‘Bi alîkariya şêniyan em dikarin rê li pêşiya belavbûna vîrusa Koronayê bigirin‘

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê gelek bergirî ji bo parastina sivîlan ji vîrusa Koronayê girtine da ku nehêle vîrusa Korona belav bibe. Her wiha bang li şêniyan kir ku tedbîrên tenduristî bigirin.

Piştî vîrusa Korona li zêdetirî 60 welatên cîhanê, nexasim dewletên cîranên Sûriyê belav bû, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîrên pêwîst ji bo rê lê pêşiya belavbûna vîrusê bigire, girtin. Destpêkê kesên bi vîrusa Korona ketiye dikuxin û piştî hefteyekê êşa wan zêde dibe, bi zehmetî bêhna xwe digirin û didin û pêwîstiya wan bi lênerînê di hundirê nexweşxaneyê de heye.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku heta niha tu kes li herêmê bi vê vîrusê neketiye. Gelek tedbîr mîna qedexkirina kombûnan, rawestandina dibistan, zanîngeh û dezenfektekirina saziyan hatine girtin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Talet Yûnis got piştî belavbûna vîrusa Korona li cîhanê, ragihandina Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ev vîrus wek nexweşiyeke cîhanî pênase kir û belavbûna wê li dewletên cîran ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re piştrast kir ku wan dest bi tedbîrên pêwîst kiriye da ku vîrus negihîje herêmê û got: "Xetereya wê li ser gel heye."

Yûnis destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîrên pêwîst girtin mîna ku biyanî bi rêya sînoran re derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebin û wiha anî ziman: "Roja sêşemê hatiye diyarkirin ku niştecihên herêmê ku di demên berê de ji bo dermankirinê çûbûn derve, bi rêya deriyên sînoran vegerin. Beriya derbasî herêmê bibin têne kontrolkirin. Her wiha derfet da rêxistinên mirovî û navneteweyî ku derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin."

‘KESÊN KU BIRYARÊN RÊVEBERIYÊ PÊK NEYNIN DÊ LÊPIRSÎN BI WAN RE WERE KIRIN‘

Girêdayê kombûnên mezin û çalakiyan Talet Yûnis ev tişt anî ziman: "Çalakî û kombûnên mezin hatine qedexekirin. Ji ber ew dihêle vîrus bi lez belav bibe. Her wiha dibistan, zanîngeh û peymangeh heta demeke nediyar hatin rawestandin."

Yûnis diyar kir ku hemû navend û tîmên tenduristiyê ji bo pêşî li belavbûna vîrusê bigirin hatine amadekirin, hemû saziyên sivîl ku xizmeta şêniyan dike hatine dezenfektekirin (tafîrkirin) her wiha kolanan jî dezenfekte dikin, paqijkirin û şênî di vê der barê de têne hişyarkirin.

Yûnis destnîşan kir ku wan hemû hêz û derfetên xwe xistina xizmet û  parastina civakê de, kesên ku biyarên Rêveberiya Xweser binpê dikin dê lêpirsîn bi wan re were kirin û ev tişt got: "Em hêvîdar in ku her kes alîkariyê bi saziyên tenduristiyê re bike."

Yûnis anî ziman ku saziyên Rêveberiya Xweser dê hemû pêwîstiyan ji madeyên xwarinê ji civakê re peyda bike û derfet nade ku kêmasî di sûkan de çêbe. Yûnis bang li şêniyan kir ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina ji vîrusê bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê her kes tenê di demên pêwîstiyê de ji malên xwe derkeve. Dûrî cihên qelebalix bikevin. Bi alîkariya şêniyan em dikarin nehêlin vîrusa Korona belav bibe."

Tê zanîn ku vîrusa Korona di 31`ê Kanûna 2019`an ji bajarê Wohan ê Çînê derket û paşê li piraniya dewletên cîhanê belav bû. Kesên ku vîrusa Korona ketine 169 hezar û 658 kes, kesên pê mirine 6 hezar û 518 û yên ji baş bûne 77 hezar û 779 kes. Rêxistinên tenduristiyê yên cîhanê dibêjin şûştina destan bi awayekî domdar pir girîng e û nahêle mirov bi vîrusê bikevin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din