Bi alîkariya xêrxwazan mala xwe ya li ber hilweşînê nû dike

Ditirsiya ku mala wê hilweşe, lê piştî xêrxwazên ji derveyî welêt û ji hundir alîkariyên madî jê re şandin, ji nû ve hêviya wê çêbû û dest bi sererastkirina mala xwe kir.

Welatiya bi navê Şerîfa Xelef (50) û kurêm wê Mihemed (14), Abdulrehman (10) û keça wê Emîna (5) li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo dijîn.

Şerîfa beriya 15 salan zewicîbû. Beriya du salan hevjînê wê ji ber nexweşiyên penceşêr û şekir jiyana xwe ji dest da. Ji wê demê heta niha rewşa wê ya madî pir xirab e û cîran û xizmên wê jê re pêdiviyên rojane peyda dikin.

Beriya demekê ANHA`yê bi raporekê bal kişandibû ser rewşa madî ya Şerîfayê. Metirsiyên wê zêde bûbûn ku mala wê ya ji heriyê bi ser zarokên wê de bikeve. Şerîfa bi rêya ajansa me bang li xêrxwazan kiribû ku destekê bidin wê da ku mala xwe sererast bike.

Piştî wê bi çend rojan metirsiya wê bû hêvî, piştî ku xêrxwazan alîkariya wê û zarokên wê kir. Alîkariyên madî ji kesên ji derve û ji hundirê welat ji Şerîfayê re hatin û beriya du rojan dest bi sererastkirina mala xwe kir.

Cîrana wê Cîhan Hisên, ew û zarokên wê li gel xwe pêşwazî kirin û alavên wê yên malê xistin odeyekê li gel xwe, heta ku sererastkirina mala wê bi dawî bibe. Sererastkirina mala wê dê mehekê dewam bike.

Şerîfa wiha axivî: "Mala min hilweşiya. Ez dayika sêwiyan in. Rewşa min a madî ne baş e. Tevî wê jî ez debara xwe dikim. Min nizanîbû wê rewş xirabtir bibe û piştî barana dawîn metirsiyên min ji ber hilweşandina mala min zêde bûn."

Şerîfa spasiya ANHA`yê kir ku banga wê bi cih anî. Şerîfa destnîşan kir ku piştî demekê ku ANHA`yê raporek der barê rewşa wê de çêkir, gelek xêrxwaz bi wê re axivîn û destek û alîkariya madî jê re pêşkêş kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî min hinek alîkariya madî girt, min dest bi sererastkirina mala xwe kir da ku ez zarokên xwe ji hilweşandinê biparêzim. Gelek xêrxwazên din jî soz dan ku ew ê alîkariya min bikin."

(bx)

ANHA


Mijarên Din