Bi armanca pêşîlêgiritina belavbûna vîrusa Koronayê dêra Ixiwê ya Kobanê hate girtin

Bi çarçoveya pêşîlêgiritna belavbûna vîrusa Koronayê, Dêra Ixiwê ya Kobanê hate girtin.

Tevî ku heta niha haletên belavbûna vîrusa Koronayê tune ne, lê dîsa jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtekên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê standin, ji wan girtina deriyê sînor.

Rêveberiya Xweser beriya niha biryara girtina dibistan, peymangeh, li mizgeftên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimêj qedexe kirin û kombûn jî dan sekinadin.

Îro jî di çarçoveya heman mijarê de Dêra Ixiwê qedexeya nimêja li dêrê ragihand. Li Kobanê tenê ev dêr heye.

Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên ku divê werin girtin, bigire û ji bo çareserkirina qeyranên ku çêbibin ger virus bigihîje herêmê, komîteyek ji 6 endaman ava kir.

Duh şaneyê di civîna xwe ya yekemîn de gelek biryar standin ji wan"Lixwekirina lepikan, devboşkan(Mask), girtina dikanên dondorma û qedexeya firotina li bazaran, bilindkirina asta paqijiyê li bajar û gundawerên wê, her wiha dezenfetketina tevahî saziyên herêma Firatê, rawestandina şahî û kombûn, amadekirina cihekî duyemîn a mezin a karantînê û mizexta 100 dolar ji bo pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusê, girtin.

16’ê Adarê desteyê navenda pêşwaziya kesên gumana wan çêbibe ku  bi vîrusa Koronayê ketine vekir û li gundê Îdoqî yê başûrê Kobanê di nava çend rojan de dê navenda nûqteya tenduristiyê were vekirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha haletên vîrusê berbelav nebûye di vê derbarê de hevseroka Desteya Tenduristiyê şaxê herêma Firatê Hedla Hesen daxuyand ku Rêveberiya Xweser hemû girtekên pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusê li herêmê girtin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din