Bi berxwedan û cesareta xwe jiyana bi hezaran xilas kirin

Dîroka bajarê Kobanê tijî berxwedaniye. Berxwedana 6 şervan û du sivîlên ku jiyana bi hezaran şêniyan di komkujiya Kobanê de xilas kirine, mînakek ji van berxwedanên dîrokî ye.

Piştî nîvê şevê û beriya saetên berbangê, komek çeteyên ku hejmara wan di navbera 75 heya 85 kesî de bûn û cilên YPG`ê li xwe kiribûn, bi awayekî veşartî ji gundên başûrê kantona Kobanê, derbasî bajarê Kobanê bûn. Di wî bajarî de DAIŞ`ê zêdetirî 5 hezar endamên xwe di şerên dijwar de winda kiri bûn.

Çeteyan xwe dabeşî du koman kir, komek yekser berê xwe da navenda bajarê Kobanê û ya din berê xwe da gundê Berx Betanê. Gundê Berx Betanê mezintirîn gundê kantonê bû. Şêniyên gund rolek mezin di şerên li dijî DAIŞ`ê de lîstibûn. Çeteyan xwestin bi rêye planeke nû û ji aliyê başûrê gund ve êrîş bikin. Ji aliyê rojava ve jî ji bajarokê Şiyûx û bi ber aliyê bakurê bajêr ve belav bibin.

Li ser rêya ku bajêr bi gundên başûr ve girê dide, çeteyan şeva tarî û cilên taybet ên YPG`ê bi kar anîn û beriya ku roj derkeve derbasî bajêr bûn.

Du sivîlan ji gundê Berx Betanê ji kerwana erebeyan a ku berê xwe dabû bajêr ecêb mabûn û Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a ku li nêzî gund bûn beriya 10 deqeyan ji belavbûna DAIŞ`ê,  agahdar kirin.

6 şervanên Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) ku 4 ji wan şêniyên gund bûn, li dû kerwanê çûn û ketin ferqê ku kesên derbasî bajar bûne ne şervanên YPG`ê ne. Dema gihaştin deriyê têketina bajêr, ji aliyê başûr ve çeteyan gule li wan barandin.

Dengê gulayan gihaşt her gundekî û kolaneke bajêr. Şêniyan texmîn kirin ku gule ji ber rizgarkirina bajarokê Sirînê yê li başûrê kantonê têne berdan. Ji ber wê ji malên xwe derketin kolanan.

Piştî 20 deqeyan ji dengê guleyan teqînek mezin bajarê Kobanê hejand. Çeteyan erebeyeke bombebarkirî li deriyê sînorê Tirkiyê teqand.

Şênî ji ber dîmenên ku dîtine şaş man, gelo ew kesên ku guleyan berdidin û cilên YPG`ê li xwe kirine kî ne? Pê re plana çeteyan xuya bû.

6 şervan, piştî pevçûnên wan bi çeteyan re li nêzî avahiya Rêveberiya kantonê li bajêr şehîd ketin. Piştre şerên kolanan li bajêr destpê kirin. DAIŞ`ê sekvanên xwe li ser banên dibistanan û avahiyên stratejîk ên li bajêr bi cih kirin û her kes kirin hedef.

Di dema ku YPG`ê hemleyek leşkerî li dijî DAIŞ`ê li bajarokê Sirînê bi desteka balafirên Koalîsyona Navdewletî pêk dianî, Tirkiyê deriyê Mirşid Pinarê ya li nêzî bajarê Kobanê vekir û erebeyek bombebarkirî derbasî kir da ku rê li pêşiya derbasbûna DAIŞ`ê ji bajêr veke.

Selame Ceiceî endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a gundê Berx Betanê û birayê şehîd Mihemed Ceiceî ( yek ji 6 şervanên ku şehîd bûne) dibêje, her 6 şervan bûn zengilên jiyanê ji şêniyên bajêr re û jiyana bi hezaran şêniyan xilas kirin.

Piştî 4 saetan ji berxwedana herêmê ya şêniyên gundê Berx Betanê bi dehan çete neçar man ji gund vekişin. Çeteyan 28 sivîl qetil kirin. Şêniyên gund jî hejmarek ji wan çeteyan kuştin.

Bajarê Kobanê jî bû gola xwînê. Çeteyan bi awayekî yekser 230 sivîl di nav de jin û zarok, qetil kirin.

Piştî 3 rojan ji şerên domdar, YPG û YPJ`ê 85 çeteyên ku xwe li dibistan û li ser banên malan asê kiribûn kuştin. Lê komkujiya Kobanê ji dijwartirîn komkujiyên ku di şerê Sûriyê de rû dane, ye.

Bi saya 6 şervanan, Kobanê ji komkujiyek ji vê mezintir xilas bûn. Berxwedan û cesareta 6 şervanên şehîd, plana çeteyan a kontrolkirina bajêr û dagirkirina wê  eşkere kir.

Ji bo bîranîna wan 6 şervanan; Mihemed Ceiceî, Cuma Cinêd, Bozan Mistefa, Mazlûm Ehmed, Ismaîl Ismaîl û Hesen Dondir peykerek ku ji 6 mûman pêk tê, di cihê ku ew şervan şehîd bûne de hate danîn. Ev peyker dê bibe şahidê fedekariya wan şervanan û di bîra her kesî de zindî bimîne.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din