Bi boneya 25'ê Mijdarê li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin

Li gelek bajarên Ewropa, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hatin lidarxistin.

Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan, sazî û rêxistinên jinan ên li Ewropa, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakî li dar xistin.

MOSKOW

Organîzasyona Jinên Kurd a li paytexta Rûsya Moskowayê, bi wesîleay 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " Jinan kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li dijî serdestan, zordaran, dagirkeran, îxanetkaran têkoşînek bê aman dimeşînin û di vê oxirê de rojane bedelên giran didin. Lê tevî vê yekê jî her roj li deverekê, li bajarekî, li kolanekê jinek ya ji aliyê bavê xwe ve, birayê xwe ve an jî ji aliyê qaşo kesê tê hezkirin ve tê kuştin. An jî keda wan tê xwarin, tên sunnetkirin, di temenekî biçûk de tên zewicandin an jî firotin, ango ji ber xebata xwe ya siyasî, civakî û bîrdozî di zindanê de êşkence li wan tê kirin."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser peymana li ser Şengalê û ev tişt hate gotin: " Em wek jinên Kurd ên li Moskovayê bûyerên li Kurdistanê diqewimin jî ji nêz ve dişopînin. Li alîkî li ser Şengala ku PDK’ê ji çeteyên DAIŞ'ê re hişt û jinên Êzîdî xist nav lepên wan, peymanên nû yên qirêj tên çêkirin. Li alîkî din PDK bi dewleta tirk a dagirker re hevkariyê dike û dixwaze li dijî gerîlayên azadiyê şer bide destpêkirin. Her wiha dîsa ENKS’a ku girêdayî PDK û dewleta tirk e îcar pergala hevserokatiyê dixwaze ji holê bê rakirin û êrîşî destkeftiyên jinan dikin. 

Lewra em dibêjin ku em ê li dijî bazirganên şer û îxanetkaran bêdeng nemînin, dagirkeriya li kurdistanê ya ji Efrînê heta Amedê û Mahabadê qebul nekin. Hem li dijî mêrê tundiyê li jinan dike, hem li dijî dagirkeran û hem jî li dijî xeta îxanetê em ê têbikoşin, heta Rêberê azadiyê Rêber Apo berxwedan û xebatên xwe bihêztir bikin. 

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinan hate kirin ku rêxistinbûna xwe xurt bikin, bi diruşmeya ''Ji Qirkirin û dagirkeriyê re na, Em ê jin û Jiyanê biparêzin'' li hemû qadên jiyanê hebûna xwe nîşan bidin û bibin xwedî têkoşînek xurt a domdar."

LONDON

Li paytexta Brîtanya, pankart bi avahiya Radyoyê ya BBC ve daliqandin.

Pankartên ku ji hêla Însiyatîfa Jinên Kurd a Londonê ve hatin amadekirin wê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de her roj li park û meydanên navdar ên bajêr werin daliqandin.

Li aliyekî din Yekîtiya Jinan a Sosyalîst, Cemxane, Yenî Kadin, Komîsyona Jinan a Tîlkîler, Dersim-Der, Komîsyona Jinan a Alxas-Derê, Baskê Jinan ê Kurecîkê û Însiyatîfa Jinên Kurd jî di nav de gelek jinan bi wesîleya 25'ê Mjdarê peyamên bi dîmen weşandin.

Jinan diyar kirin ku bi têgihiştina "Em bi hev re hîn xurt in" wê bi rê bikevin û ji bo azadiyê sekna xwe ya têkoşer heta dawiyê dewam bikin.

Jinan gotin, "Destê xwe ji ser me vekişîne û Peymana Stenbolê bêkêmasî bi cih bîne" û diyar kir ku heta Erdogan bê darizandin wê li qadan bin.

Di peyaman de jinan banga "ne li malê, lê li çalakiyan bin" li jinan hate kirin.

HOLLANDA

Tevgera Jinên Kurd a li Hollandayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û bernameya çalakiyan eşkere.

 Li gorî bernameyê jinên Kurd wê tevî platforma jinên enternasyonalîst di 25'ê Mijdarê de li Bînnenwegpleîn a li Rotterdamê mîtîngekê li dar bixin.

Li heman bajarî wê li dijî her cûre tundiya li jinê û têkildarî berxwedana jinê konê agahdarkirinê bê vedan. Li bajarê Arnhemê jî wê li Wîllemspleînê çalakiyek bê lidarxistin.

BAKUR KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ

Girêdayî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ,Tevgera Jinên Azad (TJA) û Mecilsa Jinan a Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP)  li Mêrdîn, Mêrsîn, Enqere, Edene, Şirnax û Hezex komxebat û çalakî bi boneya 25'ê Mijdarê li dar xistin.

 


Mijarên Din