Bi boneya 4’ê Nîsanê…71 dar li Goristana Şehîdan a Helebê hatin çandin

Bi boneya 4’ê Nîsanê anku Roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan û bi însiyatîfa Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê 71 dar li Goristana Şehîdên berxwdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li herêma Şiqeyêf hatin çandin.

Bi rasthatina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û bi însiyatîfa Kongreya Star li goristana şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku li herêma Şiqeyêf a bajarê Heleba Sûriyê ye, 71 dar hatin çandin.

Di demeke ku qedexeya derketina derve berdewam e, endamên saziyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî çandina daran bûn.  Tê zanîn ku salên derbasbûyî tevaya gelên herêmê ev bone pîroz dikir lê îsal ji ber rewşa qedexeyê kombûn çênebû tenê bi çandina daran hat pîrozkirin.

Beşdaran dema dar çandin sloganên"Bijî Rêber Apo" berz kirin.

Endama rêveberiya Kongreya Star Hêvîn Suleyman rojabûna Rêber Ocalan li hemû gelan pîroz kir û got: "Rojbûna rêbertî rojbûna gelên blindest, bi taybet gelê Kurd e."

Hêvîn destnîşan kir ku  ji ber xweparastina ji Koronavîrusê qedexe berdewam e nekarî wekî salên berê vê rojê pîroz bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din