Bi boneya 8`ê Adarê du pêşangehên wêne, pirtûkên rêber Ocalan û karên destan hatin lidarxistin

Di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de sazî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê du pêşangehên cuda li dar xistin.

Tevgera Kevana Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye” pêşangeheke wêne û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan li dar xist.

Di pêşangehê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pirtûk û parêznameyên wî yên bi zimanên kurdî û erebî hatin pêşandan.

Pêşangeh li hola Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi tevlêbûna şêniyên kantonê û kesayetên ku rêber Abdullah Ocalan dîtine û gelek nivîskar, rewşenbîr û partiyên siyasî li dar ket.

Di pêşangehê de endama rêveber a Kongreya Star Şaha Xelîl axivî û got: “Em 8`ê Adarê li rêber Abdullah Ocalan û tevahiya jinan pîroz dikin.”

Şaha wiha domand: “Li ser xwedîderktina li fikirên rêber Abdullah Ocalan ev pêşangeh li dar ket. Em wek tevgera jinan, xwe rexne dikin û ne tenê 8`ê Adarê, em ê hemû rojan bikin rojên 8`ê Adarê."

Şaha destnîşan kir ku tevgerên jinan hêvî dikin ku 8`ê Adarê bikin roja serhildanê û hemû jin tev lê bibin. Şaha di dawiya axaftina xwe de got: “Heta rêber Abdullah Ocalan rizgar bibe, çalakiyên me wê bidomin.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, Koma Kenveşopî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Dêrikê stran gotin. Pêşangeh dê îro saet di 16:00`an de bi dawî bibe.

HESEKÊ

Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi dirûşma "Têkoşîna me misogeriya azadiya jinê ye" pêşangeheke wênesazî, karên destan û alavên folklorî yên çanda gelê Kurd nîşan didin, vekir.

Vekirina pêşangehê di çarçoveya berdewamkirina çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, pêk tê.

Çalakî li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê hate lidarxistin. Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl, endamên Kongreya Star ên kantona Hesekê, rêveberên komîteya Çand û Hunerê ya kantonê tev li pêşangahê bûn. Piraniya jinan bi cil û bergên folklorî beşdar bûn.

Di pêşangehê de karên destan "xalîçeyên bi destan hatine xemilandin, cil û bergên folklora kurdî, alavên kevin û pirtûkxaneyeke pirtûkên Kurdî û Erebî, wêne û tabloyên rêber Abdullah Ocalan” hatin pêşandan. 

(şx, dx)

ANHA


Mijarên Din