Bi boneya cejnê serdana goristanên şehîdan hatin kirin

Malbatên şehîdan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Cejna Remezanê mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

MINBIC

Bi dehan malbatên şehîda,  nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê li Goristana Şehîdan a Minbicê kom bû û mûm  li gorên şehîdan vêxistiin.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Ibrahîm Ebû El-Mecid axivî  û Cejna Remezanê li malbatên şehîdan û gelê Sûriyê pîroz kir. Ebû El-Mecid şehîdên ku canê xwe ji bo xilasiya gelê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê feda kirine, silav kirin.

Ebû El-Mecid soza şopandina rêya şehîdan û pêşkêşkirina fedekariyê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan û ewlekariya herêmê da.

Piştre şêniyan mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

ŞEHBA

Bi saetên ber êvarê re bi dehan şêniyên herêma Efrînê berê xwe dan Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê û Goristana Şehîdên komkujiya Til Rifatê û Aqîbê li navçeya Fafînê yên kantona Şehbayê.

Malbatên şehîdan û şêniyan mûm li ser gorên şehîdan vêxistin û hêvî kirin ku ev sala bibe salê rizgarkirina Efrînê û tevahiya Sûriyê ji çeteyan.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi dehan malbatên şehîdan vê êvarê serdana Goristana Şehîdên Til Temirê kirin.

Mabatên şehîdan mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

HELEB

Li Helebê jî şênî tevî malbatên şehîdan mûm li ser gorên şehîdan ên goristana Şehîdan a li herêma Şiqêf pêxistin û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

TEBQA

Bi dehan şêniyên herêma Tebqayê, di nav de malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, nûnerên QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn herikîn Goristana Şehîdan a Tebqayê.

Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin. Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulqadir El-Nafai axivî, soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinê, mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din