Bi boneya rojbûna Ocalan li Heleb û Şehbayê dar hatin şandin

Bi boneya 4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şêniyan li bajarê Helebê li parka El-Itîqamê 80 dar çandin. Her wiha MSD`ê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê civînek girêdayî kurtejiyan û têkoşîna Ocalan hate lidarxistin û Şaredariya Herêma Efrînê bi hevkariya şêniyan 40 darên zeytûnê li Şehbayê çandin.

Heleb

Buroya Jin a MSD`ê ji jinên taxa Şêxmeqsûd re ya Helebê civînek li dar xist. Endamên Buroya Jin a MSD`ê û bi dehan jinên taxê ji hervdu pêkhateyên Ereb û Kurd tev li civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê hevseroka MSD`ê ya Helebê Fehîme Hemûr girêdayî kurtejiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinê û mafên wê axivî. Fehîme banga mezinkirina têkoşînê li jinan kir da ku azadiya xwe bidest bixin û cihê xwe di rêvebirina civakê de bigirin. Fehîme bal kişand ser kedên Ocalan ji bo xilasiya gelê Kurd û gelên bindest ji zulmê û bi saya fikr û felsefeya wî li Kurdistanê bi giştî, Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet gelek destkeftî hatin bidestxistin.

Piştre sinevizyonek girêdayî jiyana Ocalan hate pêşandan.

Li taxa Eşrefiyê çandina 80 daran

Girêdayî heman mijarê bi sedan şêniyên her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Parka Rl-Itîqamê ya Eşrefiyê 80 dar çandin.

Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û Buroya Jin a Şaredariya Gel tev li çalakiya ku Kongreya Star organize kir bûn. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre endama rêveber a Kongreya Star Fatme Hesen axivî û destnîşan kir ku ji ber daxwaza Ocalan ji bo parastina xwezayê çalakiyên çandina daran li dar dixin.

Paşê şênî 80 dar li Parka El-Istîqamê ya taxa Eşrefiyê di nav berzkirina dirûşmeyên silavkirina Ocalan de çandin.

Endamên Şaredariya Gel ji zêdetirî mehekê ve amadekariyên çandina daran dikin.

Şehba

Sibe 4`ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi milyonan gelê Kurd û Kurdistanî li tevahiya cîhanê vê boneyê pîroz dikin.

Bi vê mebestê Şaredariya Gel a Herêma Efrînê bi hevkariya şêniyan derdora 40 darên zeytûnê li ber avahiya şaredariyê li Til Sûsînê yê girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê çandin.

Piştre şênî û endamên şaredariyê xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî gerandin û dirûşmeyên silavkirina Ocalan berz kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din